Li Kobanê sedemê bihabûna goşt

Li sûkên Sûriyê bi giştî bihayên kelûpelan buha bûne, bi taybet goşt. Ruxmî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek biryar ji bo kêmkirina bihaya goşt dan, lê hinek sedem dihêlin bihayê goşt buha bibe.

Li Kobanê sedemê bihabûna goşt
Li Kobanê sedemê bihabûna goşt
Li Kobanê sedemê bihabûna goşt
Li Kobanê sedemê bihabûna goşt
Li Kobanê sedemê bihabûna goşt
Li Kobanê sedemê bihabûna goşt
23 sibat, 2020   06:40
KOBANÊ-SAMIR OSMAN

Sûkên Sûriyê heya astek mezin bi kêmbûna bihaya lîreya Sûriyê li beramberî dolar, bandor bûn. Ji ber wê di çend mehên dawîn de bihayên kelûpelan buha bûn. Di encamê de aloziyek aborî çêbû û bi awayekî neyînî bandor li şêniyan kir.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser ji bo ku alîkariya şêniyan bikin, gelek gav avêtin. Rêveberiyê biryar da ku piştgiriya kelûpelên bingehîn ên mîna sotemenî, nan û bihayên wan zêde neke. Lê ev girtek aloziya aborî ji bingehê ve çareser nekir.

Rêveberiya Xweser gelek biryar dan ji bo ku hinek buhaya zêde di bihayên kelûpelan de kêm bike. Bi taybet girêdayî rêgirtina li pêşiya derxistina pez ji derveyî herêmê re. Li gorî bazirganan, biryara rêveberiyê bi awayekî balkêş hişt ku bihayên pez bi rêjeya ji sedî 50 li hinek herêman kêm bibe.

Bazirganê bi navê Serdar Îbo got: "Bihayê goşt li sûkan hîna bilind e. Ruxmîn ku rê li pêşiya derxistina pez ji derveyî herêmê re hate girtin. Her wiha tevî kêmbûna bihayên pez lê bihayê goşt mîna berê man."

Îbo wiha domand: "Qesab pezên ne sax bi bihayên pez ên sax difroşin. Bi vê yekê goştên ne sax di nav sûkan de belav dikin."

Bazirganê bi navê Hemed Bozan got: "Bihayên pez gelek kêm bûne. Lê hîna bihayên goşt di nav sûkên bajêr de mîna berê ne. Tevî wê jî bihayên goşt mirîşkan jî êdî nayin qebûlkirin."

Li gel herêm di aliyê pez û mirîşkan de bihaye, buhabûna bihayê goştê wan di nav sûkan de tiştek cuda diyar dikin.

Hevseroka Gerînendeya Zemhêrê ya herêma Firatê Hêvîdar Hiso: “Li gel derketina biryara rêgirtina li pêşiya derxistina pez, ew hewl didin bihayan di nav sûkan de kontrol bikin. Piştî daketina biryara rêveberiyê, me belavoka bihayên goştê pez di nav sûkan de derxist. Kîloya goştê pez berê 6 û hezar 500 bû. Beriya çenda rojan me ew nirx daxist 6 hezar lîreyên Sûriyê."

Hêvîdar diyar kir ku bihayên kelûpelan dê li gorî bihayên sûkên pez be, eger biha di sûkên pez de daketin, ew ê di ber çavan re derbas bikin û bihayên goşt kêm bikin.

Tevî buhabûna bihayê pez, bihayên mirîşkan jî buha bûne, ruxmî ku li herêmê tê xwedîkirin, ne ku ji derve tê.

Berpirsê sewlakariyê yê Desteya Aborî ya herêma Firatê bijîşkê beytarî Mihemed Hemo got: “Bihayê goşt di navbera bazirgan û firoşkar de buha dibin, ne ku ji jêder e”

Hemo wiha domand: "Li kantona Kobanê derdora 85 cihên mirîşkan hene. Jê 25 kar dikin. Hilberîna her yekê di mehekê de derdora 6 hezar mirîşk in. Yanî hilberîna kantona Kobanê mehane derdora 80 hezar mirîşk in. Ev rêje têra kantonê û herêmê dike. Tevî wê jî kargehên hêkan ên ku Rêveberiya Xweser vekirine hene. Hilberîna wê rojane derdora 5 hezar heya 7 hezar hêk e. Bi rêjeya ji sedî 80 jê dibin cudik.”

Kargeha cucikan a ku Rêveberiya Xweser beriya çend mehan vekiriye derdora 150 hezar cucik dihilberîne. Ev hilberîn têra kantonê dike. Lê piştî êrişa dawîn a Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev kar ji 3 mehan ve rawestî.

Ruxmî tevahiya van derfetan lê bihayê goştê mirîşkan jî her ku diçe bilind dibe. Niha bihayê kîloya mirşîkan hezar û 550 lîreyên Sûriyê ye. Beriya wê kîloya wê hezar û 700 derbas dikir.

Hemo got: “Sedema buhabûna mirîşkan ew e ku mirîşk ji derveyî herêmê bi diravên biyanî tên herêmê. Dema ew biha vediguhêzin diravên herêmê goşt gelek buha dibe. Ji ber ku bihaya guhertina diravên biyanî li beramberî lîreya Sûriyê bilind e. Bihayê tonek êma mirîşkan derdora 500 hezar lîreyên Sûriyê ye.”

 Ji bo çareserkirina pirsgirêkê Hemo diyar kir ku wan ji bo avakirina kargeha zuhakirina garis û soya projeyek û avakirina taqîgeha pirotîn ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re pêşkêş kirine. Her wiha çandina garis û soya li herêmê teşwîq bikin ji bo ku êm li herêmê were çêkirin.

Hemo di dawiyê de destnîşan kir ku heta niha tu bersîvek ji rêveberiyê girêdayî projeyên pêşkêş kirine, wernegirtine.

(şx)

ANHA