Peymangehên Suryanan zimanê suryanî vedijînin

Vekirina peymangehên zimanê suryanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gaveke girîng ber bi vejandina çand û zimanê suryanî û parastina wî ve ye.

Peymangehên Suryanan zimanê suryanî vedijînin
Peymangehên Suryanan zimanê suryanî vedijînin
Peymangehên Suryanan zimanê suryanî vedijînin
Peymangehên Suryanan zimanê suryanî vedijînin
21 sibat, 2020   09:51
QAMIŞLO – NEJBÎR OSMAN

Li herêmên Rêveberiya Xweser şoreşeke çandî û fikrî di warê perwerde û parastina zimanên resen ên pêkhateyên herêmê de pêk anî. Gelê Suryan bi gelên din ên herêmê re projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kir û di parastina zimanê xwe dikin. Suryanan di vê çarçoveyê de peymangehên zimanê xwe vekirin ku wek gaveke girîng di dîroka nûjen a Suryanan de tê dîtin.

Mîna gelên din ên herêmê Suryan jî hatin paşguhkirin, înkarkirin û ji mafê perwerdeyê bi zimanê xwe yê dayikê hatin mehrûmkirin. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku projeya neteweya demokratîk esas digire, derfet da ku hemû pêkhate bi zimanê xwe bixwînin û perwerde bibin.

Ji destpêka şoreşê ve li herêmên Rêveberiya Xweser peymangehên suryanî yên amadekirina mamosteyan hatin vekirin. Zimanê suryanî di proseya perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser de tê xwedin û materyalên taybet bi vî zimanê hatin amadekirin. Li herêmê 3 peymangehên bi zimanê suryanî hene; Orahî li Qamişlo, Qenşerîn li Hesekê û Olveta li Dêrikê.

Di peymangehê de mamosteyên ku têne amadekirin, li ser materyalên zanista civakî, dîrokî, muzîk û wênesazî, ji aliyê mamosteyên pispor ve bi zimanê suryanî têne perwerdekirin.

Berpirsa Peymangeha Olveta ya bajarê Dêrikê ya kantona Qamişlo Rîm Neîm ji ANHA‘yê armanca vekirina peymangehê û rêveçûna proseya perwerdeyê vegot: "Destpêka vekirina peymangehê me giranî da xwendin û nivîsandinê. Piştre em derbasî branşan bûn. Di peymangehê de waneyên xwendin, wênesazî û muzîkê têne dayîn. Li peymangehên din dîrok, zanista civakî û zanista xwezayî hene."

Rîm Neîm destnîşan kir ku piştî mamoste ji peymangehê mezûn dibin, li dibistanên herêmê têne belavkirin. Rîm got vekirina peymangehê gaveke girîng ji pêkhateyê Suryan re ye da ku zimanê xwe fêr bibin û got parastin û vejandina ziman erka hemû gelan e.

Rîm Neîm di dawiya axaftina xwe de got zimanê suryanî zimanekî resen e, divê her yek ji bo parastin û belavkirina zimanê dayikê kar bike, ji ber ku ziman nasnameya mirov e.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OBytfDrUGrs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>