Hefter: Eger Tirkiye û çeteyên xwe vekişin, em amade ne agirbestê pêk bînin

Fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter piştrast kir ku eger hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê vekişin ew amade ne agirbestê pêk bînin û destnîşan kir ku hikumeta El-Wîfaq ji bo taloqkirina beşdarbûna wê di dan û standinên Cinêvê de, ferman ji Enqere û Dewhayê girtiye.

Hefter: Eger Tirkiye û çeteyên xwe vekişin, em amade ne agirbestê pêk bînin
21 sibat, 2020   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelîfe Hefter ji çapemeniya Rûsyayê re axivî û wiha got: "Hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê ya bi serokatiya Fayiz El-Sîrac beşdarbûna xwe di dan û standinên Cinêvê de taloq kir, ji ber ku ferman ji Enqere û Dewhayê girtin."

Hefter pişterast kir ku ji ber ku aliyê din agirbestê pêk nayne û komên çete bi awayekî domdar agirbestê binpê dikin, êdî sebra wan nemaye. Hefter wiha dewam kir: "Me berê jî gotibû; têkildarî binpêkirina domdar a agirbestê ji aliyê kom, çeteyên Erdogan û El-Sîrac ve û nepêkanîna lihevkirinên Berlînê, êdî sebra me bi dawî dibe. Hêzên çekdar rewşa Terablusê dinirxînin û bi hemû aliyên navdewletî re têkildar in û eger civaka navneteweyî û dewletên di Konferansa Berlînê de rûniştine, berpirsiyarên xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a ji welatê me re pêk neynin, em ji hemû îhtîmalan re amade ne."

Hefter îşaret pê kir ku divê NY, Meclisa Ewlehiyê û dewletên di Konferansa Berlînê de rûniştine berpirsyariyên xwe ji bo rawestandina herikîna çeteyên ji Sûriye, Tirkiyeû çekên cuda ku rojane bi rêya Tirkiyê li pêş çavên tevahî cîhanê ji bo Terablusê tên veguhestin, pêk bînin û wiha got: "Têkildarî binpêkirina Erdogan û El-Sîrac ji lihevkirinên Berlînê re, em destgirêdayî namînin."

Hefter her wiha diyar kir ku hikumeta El-Sîrac ne xwedî biryar e û hikumeta wî ji hundir ve bi milîs û komên terorîst ve girêdayî ye û her wiha ji derve jî bi dewleta Tirk û Qeterê ve girêdayî ye û wiha lê zêde kir: "El-Sîrac ne xwediyê xwe ye. Nîşana vê yekê, daxuyaniyên Erdogan ên piştrastkirina vekişîna El-Wîfaq ji dan û standinên Cinêvê ne."

Der barê pirsa “eger careke din hikumeta El-Wîfaq beşdarbûna xwe di komîteya leşkerî de rawestsand, dê çarenûsa dan û standinên siyasî yên tê payîn 26`ê Sibatê li dar bikevin çi be?” de Hefter wiha got: "Dan û standinên siyasî ku yek ji bendên Cinêvê ye, dê şandeya NY`yê ya ji bo piştgiriya Lîbyayê dema wê diyar bike. Em ji hemû tiştên ku dê aştî, ewlehî û istîqrarê ji Lîbyayê re bînin, vekirî ne. her wiha piştgiriya şandeya NY`yê û Dr. Xesan Selame ji bo serkeftina vê erkê, dikin."

Wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu beriya çend rojan û piştî zêdebûna rageşiya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de li ser rewşa Idlibê, bi Hefter re hevdîtin pêk anîbû.

(cx)

ANHA