Li Tirbespiyê çandina beqliyatan kêm bûye û kurmê zeros zirarê dide hilberînan

Îsal li navçeya Tirbespiyê çandina beqliyatan kêm bûye. Ew jî ji ber lêçûna wan zêde ye û bazarek taybet bi firotina beqliyatan tune ye. Li milekî din jî kurmê zeros li erdan derketiye û bandorê li hilberînê dike.

Li Tirbespiyê çandina beqliyatan kêm bûye û kurmê zeros zirarê dide hilberînan
Li Tirbespiyê çandina beqliyatan kêm bûye û kurmê zeros zirarê dide hilberînan
Li Tirbespiyê çandina beqliyatan kêm bûye û kurmê zeros zirarê dide hilberînan
20 sibat, 2020   09:02
QAMIŞLO- RÊNAS REMO

Navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ya bi ser herêma Cizîrê ve, ji ber ku xwedan erdeke guncaw e, av û hemû faktorên çandiniyê lê peyda dibin, bi çandiniyac xwe tê naskirin.

Di salên derbasbûyî de navçeya Tirbespiyê bi çandina beqliyatan dihat naskirin, lê îsal rêjeya erdên hatine çandin, kêm bû. Cotkar sedema vê yekê  bi tunebûna bazareke taybet a firotina hilberînan ve girê didin, lewma cotkar neçar dimînin berhemên xwe bixin depoyan û di dawiyê de bê kêr dibin. Bêkêriya hilberînan bandorê li cotkaran dike, ji ber hem lêçûna çandina beqliyatan giran e û hem jî dema çinîna berheman lêçûn zêde diçe. An ku berevajî genim, ceh û gijnîjan e.

Îsal li navçeya Tirbespiyê 14 hezar û 600 donim çandin, jê 6 hezar donim ê avî ye. Ji ber ku cotkar beqliyatan naçînin hilberîna erdan kêm bûye û di dawiyê de nexweşiyên wekî kurmê zeros li nava erdan derket. Tê zanîn ku beqliyat madeya fosforê dide erdan, lê dîsa cotkar gijnîjê diçînin, ji ber lêçûna wê kêm e û li bazarê baş tê firotin.

Rêveberê saziya çandiniyê şaxê navçeya Tirbespiyê Kamîran Umer diyar kir ku îsal li navçeyê hilberîna genim li zêdetirî 9 hezar û 200 donimî hatiye çandin, her wiha nîsk jî 3 hezar û 500 donim e û gijnîj jî hezar û 500 donim e.

KURMÊ ZEROS BANDORÊ LI ÇANDINIYÊ DIKE

Saziya Çandiniyê diyar kir ku kurmê zeros li erdan xistiye û ew jî gurmekî reş in û dirêjiya wan 18 mm e. Bi şevê hebê simbilên serîrakirî dixwe lewma zeng li erdan dixe û cihê golên avê lê çêdibe, zêdetir derdikeve holê.

Rêveber Kamîran destnîşan kir ku cotkran bi rêya komînan û meclisan hişyar dikin û awayê parastina ji vî gurmî nîşan dikin. Awayê çareseriyê jî wiha ye; hem dermanê (Clubernus) bireşînin û hem jî çandiniya hilberînan biguherînin.

Saziya çandiniyê li navçeya Tirbespiyê xwedan 3 navendên şêwirmendiya çandiniyê ye, ew jî li bajarokê Maşûqa, bajarokê Til Marûd û bajarokê Ebû Fira ne.

Saziya çandiniyê îsal 127 hezar lître mazot li cotkaran belav kir da ku erdên xwe av bidin û jeneratorên erdan bixebitînin, li gel vê yekê hîn jî semadê li cotkaran belav dikin û erdan dişopînin.

(eh)

ANHA