Der barê komployê de li Şedadê semînerek pêk hat

Der barê Komploya Navnetewî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan de, Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Meclisa Navçeya Şedadê semînerek da.

Der barê komployê de li Şedadê semînerek pêk hat
Der barê komployê de li Şedadê semînerek pêk hat
20 sibat, 2020   08:38
HESEKÊ

Di semînerê de, zarokatiya Ocalan û têkoşîna wî û heta roja ku bi destê hêzên herêmî radestî dewleta Tirk hatiye kirin ku 21 sal e di girtîgeha Îmraliyê de ye, hat vegotin.

Yek ji rêveberên Komîteya Çand û Hunerê Fadil El-Hisên wiha da zanîn: "Rêber Apo ji zarokatiya xwe heta roja me ya îro, dibistaneke exlaqê ye."

El-Hisên destnîşan kir ku bi fikrên Ocalan hemû civakên Kurd û Ereb û hwd. pê ronî dibin û wiha dewam kir: "Bi fikrê xwe karîbû herêmên me rizgar bike. Her wiha bi heman fikrî jinan rola xwe di civakê de lîst. Dê ji bo nifşên pêşerojê jî meşaleyek be."

El-Hisên her wiha diyar kir ku Komploya Navneteweyî ku gelek dewletên cîhanê beşdar bûne û rêber Ocalan di 15`ê Sibatê de radestî Tirkiyê kir, komployeke bi hemû pîvanan têkçûyî ye û wiha dewam kir: "Nîşana vê yekê jî ku perspektîfên xwe ji hundirê girtîgehê ji gelan re dişîne. Bi fikr û perspektîfên Ocalan me herêmên xwe ji terorê paqij kirin û projeya neteweya demokratîk pêk anî."

El-Hisên wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Em ê asta têkoşînê bilindtir bikin. Heta ku Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê azad dibe, dê roja dîlgirtina wî rojeke reş bimîne."

(cx)

ANHA