Keştiyek çekan a Tirkiyê li Terablûsê hate rûxandin

Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku keştiyek Tirkiyê ku bi çek û cebilxaneyan barkiribû li bendera Terablûsê hate rûxandin.

Keştiyek çekan a Tirkiyê li Terablûsê hate rûxandin
18 sibat, 2020   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Çalakiyan a Karama ya girêdayî Artêşa Neteweyî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên artêşa Lîbyayê keştiyek ku bi çek û cebilxaneyên Tirkiyê parkirîbû li bendera Terablûsê ya li paytexta Lîbyayê birûxîne.

Şahidan ji "Bewabe El-Weset" ya Lîbyayê re ragihandin ku berî çend kêliyan top li bendera Terablûsê ya sereke ketin û topbaran hîna jî didome.