Şehîd Osman Dadelî li Helebê hate bibîranîn

Buroya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Helebê têkoşer Osman Mihemed Dadelî ku yek ji damezrînerên partiyê ye bi bîranîn.

Şehîd Osman Dadelî li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Osman Dadelî li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Osman Dadelî li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Osman Dadelî li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Osman Dadelî li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Osman Dadelî li Helebê hate bibîranîn
18 sibat, 2020   15:32
HELEB

Bi wesîleya salvegera 12‘emîn a şehadeta Osman Dadelî ku yek ji damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk e (PYD), Buroya partiyê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê civînek lidar xist.

Civîn li avahiya partiyê ya rojavayê taxê bi beşdarbûna bi dehan endamên partiyê, saziyên sivîl û partiyên siyasî hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, Rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk li taxa Eşrefiyê û Suryan Mihemed Hec Rîda li ser jiyana Osman Dadelî û têkoşîna wî axivî.

Mihemed Hec Rîda got, têkoşer Osman gelek caran ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin, cara dawî piştî lihevkirina di navbera Sûriyê û Tirkiyê de bû û wiha domand: "Şehîd Osman yek ji damezrînerên Partiya Yekitiya Demokratîk e û mîraseyek ji edeolojiya partiyê ye, bi saya têkoşîna wî partî gihişt vê astê. Şehîd Osman digot bêyî pêkanîna wekheviyê di navbera hemû pêkhateyan de û mîsogerkirina mafên wan li Sûriyê çareserî ne pêkan e."

Di dawiya civînê de dirûşeyên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

ANHA