​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Têkoşîn berdewam e heta Rêber Ocalan azad bibe

Şêniyên kantona Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin komplo negihişt armancên xwe.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê: Têkoşîn berdewam e heta Rêber Ocalan azad bibe
18 sibat, 2020   15:02
ŞEHBA

Şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên koçberê kantona Şehbayê bûne û li kampa Berxwedan bi cih bûn ji bo şeremzarkirina komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek lidar xistin. Şêniyên ku beşdarî meşê bibûn nêrînên xwe ji me ra anîn ziman.

Şêniya bi navê Eyşe Hemdo Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, dewletên komploger hewl dan bi vê komployê doza kurdî tune bikin û gelê Kurd di bin zulm û zorê de bihêlin.

Eyşe banga têkoşîna ta azadiya Ocalan kir û got: "Ne tenê bi meşan, bi hemû rêbazan em ê bixebitin da ku Rêber Apo azad bikin, em ê ji bo rêberê xwe canê xwe feda bikin. Azadiya rêbertî azadiya me ye, azadiya aştî û demokrasiyê ye."

Şêniya bi navê Esûm Îsmaîl got, ew ê belavkirina fikirê neteweya demokratîk bidomînin û got: "Em ê têkoşînê nesekinînin heta Rêber Apo azad bikin. Rêber Ocalan di girtîgehên Tirkiyê de ye ji ber ku xwest fikirê neteweya demokratîk belav bike, em ê projeya wî bidomînin û fikirê wê di nava zarokên xwe de biçînin."

Şêniyê bi navê Mihemed Hac Reşîd diyar kir ku armanca komployê şikandina îradeya gel e, lê ev armanc biser neket," Bi vê komployê westin gelê Kurd serî bitewîn, lê gelê Kurd ev  yek red kirin, berovajî wê israra wan a berxwedanê û têkoşînê li dijî komployê zêde kir."

Mihemed tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Ev kiryar bê fêde ye, lê wê bandoreke neyinî li Tirkiyê bike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/W0eN_skblr8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>