Şêniyên Kobanê şehîd Osman Dadalî bi bîr anî

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê şehîd Osman Dadalî di salvegera 12’emîn a şehadeta wî de bi merasîmekê li gundê wî Dadaliyê bi bîr anî.

Şêniyên Kobanê şehîd Osman Dadalî bi bîr anî
Şêniyên Kobanê şehîd Osman Dadalî bi bîr anî
Şêniyên Kobanê şehîd Osman Dadalî bi bîr anî
Şêniyên Kobanê şehîd Osman Dadalî bi bîr anî
18 sibat, 2020   12:27
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê berê xwe da gundê Dadalî yê şehîd Osman Mihemed Suleyman Hacî (Osman Dadalî) da ku beşdarî merasîma salvegera  şehadeta wî ya 12’emîn bibin.

Osman Dadalî ji rêveberên damezirîner ên PYD’yê bû û bi têkoşîna xwe ya bi salên dirêj heta şehadeta xwe tê nasîn. Dadalî di encama îşkenceya hovane ya bi destê rejîma Sûriyê di sala 2008’an de şehîd bûbû.

Di merasîma bîranînê de, endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Silêman  Silêman wiha got: "Mamoste Osman ji 1980’yî heta şehadetê da ku tevahî gelan bi hemû pêkhateyên wê bigihîne azadiyê, tê koşiya.

Silêman wiha domand: "Osman jî yek wan kesan bû ku hewl dida yekitiya gel û refa kurdî pêk bîne. Ji lew re em wek malbatên şehîdan bang li tevahî sazî û partiyên siyasî dikin ku xewna şehîdan a yekitiya Kurdan û hedefên wan ên pîroz pêk bînin."

Silêman di axaftina xwe de destnîşan kir ku malbatên şehîdan di bilindkirina ala  şehîdan û şopandina rêça wan heta pêkanîna serkeftin û rizgarkirina tevahî gelan de berdewam in.

Li aliyekî dîtir hevseroka Buroya Têkiliyên Giştî ya PYD’ê ya kantona Kobanê Eyşê Efendî axivî û wiha piştrast kir: "Mamoste Osman ji bo yekitiya gel û rizgarkirina tevahî pêkhateyan ji zilma hikumet û pêkanîna azadiyê tê dikoşiya."

Eyşê Efendî wiha lê zêde kir: "Em banga ku mamoste ji bo yekitiya refa kurdî dikir, dîsa dubare dikin û bang li tevahî partî û hêzên siyasî dikin ku bi rihekî nû li hev kom bibin û xewna gelê Kurd a yekitiyê pêk bînin."

Kurê şehîd Osman, Ehmed Osman jî bi navê malbata şehîd axivî û diyar kir ku divê têkoşîn li dû şopa şehîdan pêk bê, ji ber ku rêça wan a herî pîroz e.

(fr)

ANHA