Artêşa Tirk û çete malên sivîlan didin ber topan da ku wan neçarî koçberiyê bikin

​​​​​​​Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundewarên rojavayê kantona Girê Spî topbaran dikin û hildiweşînin da ku şêniyan neçarî koçberiyê bikin.

Artêşa Tirk û çete malên sivîlan didin ber topan da ku wan neçarî koçberiyê bikin
Artêşa Tirk û çete malên sivîlan didin ber topan da ku wan neçarî koçberiyê bikin
Artêşa Tirk û çete malên sivîlan didin ber topan da ku wan neçarî koçberiyê bikin
18 sibat, 2020   12:39
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bûn sedem ku zêdetirî 70 hezar kes ji bajarê Girê Spî û gundewarên navçeya Eyn Îsa neçarî koçberiyê bibin. Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9`ê Cotmeha 2019`an dest pê kir û di encamê de Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dagirkeran ve hatin dagirkirin.

Artêşa Tirk a dagirker rojane gundewarên rojavayê kantona Girê Spî yên mîna Qizelî, El-Huriye, El-Selîb, El-Hoşan û El-Xalidiye topbaran dike.

Nûçegihanê ajansa me rewşa li herêmên nêzî dagirkeran ên gundewarên rojavayî kantona Girî Spî şopand.

Hêjayî bibîrixistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Faris, Kefîfe û Ebû Xerze yên rojavayê Girê Spî dagir kirine. Hêzên dagirker bi zanebûn malên sivîlan wêran dikin da ku sivîl neçarî koçberiyê bibin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/UonZ1MZcar4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>