Şêxên eşîrên Ereban: Tirkiye bi bin ket

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên li herêma Tebqa û gundewarên wê gotin: “Dewletên dagirker da ku prjeyên xwe yên dagirkeriyê berfireh bikin, şerê projeyên demokratîk dikin. Ji ber amaje bi fikirê biratiya gelan û rêzdayîna ji olan dike.”

Şêxên eşîrên Ereban: Tirkiye bi bin ket
13 sibat, 2020   05:39
TEBQA

Ajansa me girêdayî tecrîda û komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, kiryarên dewleta Tirk a dagirker bi eşîrên Ereb ên herêma Tebqayê re hevdîtin çêkir.  

Hevpeyvîn bi şêxê eşîra Wahib, û rûspiyekî êla Şemer ên herêmê Ferhan Emalê û şêxê eşîra El-Giêdad şaxê herêmê Şêx Siltan Weqa El-Giêdad re çêkir.Her du şêxan bal kişandin ser xeteriya projeyên dagirkeriyê yên ku herêmê dikin armanc û hewldana parçebûna pêkhateyan dikin.

TIRKIYÊ BI DÎLGIRTINA OCALAN FIKIRÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK ASTENGDAR NEKIR

Rûspiyê êla Şemer Ferhan Emalê got: “Tirkiye projeyên dagirkirina herêmê plan dike. Ev ji bo herêmê xeteriyeke. Heman demê de girtin û tecrîda li ser Rêber Ocalan jî tê wateya ku dewleta Tirk ji fikrê wî yê demokratîk ditirse. Lê di rastiyê de ev siyaset  bi ser neket û fikirê Ocalan li tevahî cîhanê belav bû.”

‘DEWLETA TIRK PARÇEBÛN Û NIJADPERESTIYÊ DIDE MEŞANDIN’

Ferhan îşaret bi siyastên dewleta Tirk ên li herêmê dide meşandin kir û got: “Dewleta Tirk da ku berjewendiyên xwe bi dest bixîne û hêsantir derbasî herêmê bibe û dagirkir bike, siyaseta parçe bike û birêve bibe dide meşandin. Lewma çeteyên xwe bi dolaran firotin û bi kar anî, da ku isbata parçebûna di navbera pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne bike.”

‘PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK BI SER KET’

Ferhan Emalê bal kişand ser projeya Neteweya Demokratîk û wiha pê de çû: “Projeya demokratîk di hemû qadan de isbata xwe kir û bi ser ket. Her wiha fikirê Rêber Ocalan fikrekî sûd gihandiye hemû  pêkhateyên Sûriyê, lewma em îro rêbertî wekî serokekî ji xwe re dibînin.”

‘BI SAYA FIKIRÊ DEMOKRATÎK EM BERHEMAN BI DEST DIXÎNIN’

Ferhan wiha li axaftina xwe zêde kir: “Bi saya fikirê demokratîk ê Rêber Ocalan em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyan qezenc dikin. Ji ber rêgezên rastiya biratiyê û jiyana hevbeş ên di navbera pêkhateyan de bi cih bû. Kesên ku Tirkiyê ew li otêlan bi cih kirine tenê qetilkirin, wêranî û koçberkirinê ji gelên Sûriyê re tînin. Ev kes û piştevanên wan bin ketin û nekarîn jiyana hevbeş û hevgirtina pêkhateyên Sûriyê xerab bikin. Berevajî vê yekê yekîtiya xwe li dijî dijim xurtir kirin.”

‘PARÇEBÛNA GELÊN SÛRIYÊ RÊ DA BERJEWENDÎPERESTAN’

Şêxê eşîra El-Giêdat Siltan El-Weqa El-Giêdî got: “Sedema azara gelên Sûriyê  dewletên ji derve ne. Nexasim nakokiyên dewleta Tirk derxistine.  Pêkhateyên Sûriyê hişt berjewendîperest derbasî xaka Sûriyê bibin.”

El-Giêd bang li gelên herêmê kir ku dûrî nakokî û gendeliyê bikevin û hevgirtina xwe ava bikin, da ku artêşa Tirk ji xaka Sûriyê derxînin û Sûriyê ji çeteyan paqij bikin.

‘BI FIKIRÊ AZAD EW Ê DAWÎ LI ERDOGAN WERE’

El-Giêdî bal kişand ser bîrweriya civaka Sûriyê beramberî komploya gelên Sûriyê dike armanc û wiha pê de çû: “Dawiya van komployan  binketine. Ji  ber  xwedanên erd û heqiyê domdar bi ser dikevin û hevgirtina pêkhateyên Sûriyê dê dawî li komployan Erdogan û berjewendîperestan bîne. Di heman demê de wekî ku bapîrên me bi derfetên xwe yên besît dawî li Osmaniyan anîn em ê jî bi hêza xwe dawî li Osmaniyên nû bînin. Li ser vî esasî hezkirina me ji welatê me re û gelên Sûriyê re bi zorok, jin û mêran ew ê li dijî dagirkeriyê bisekinin.”

El-Giêdî wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Tirkiyê û dewletên din ên  dagkirker naxwazin gelên me bi awayekî demokratîk bijîn, ji ber ji hezkirina me ya ji azadiyê re ditirsin, lewma çi dibe bila bibe,  em terka azadiyê nakin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KERlMyjHuKM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>