​​​​​​​Li Efrînê revandina welatiyan didome

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 welatî ji navçeya Mabata ya kantona Efrînê revandin û çarenûsa wan ne diyar e.

​​​​​​​Li Efrînê revandina welatiyan didome
​​​​​​​Li Efrînê revandina welatiyan didome
11 sibat, 2020   07:22
EFRÎN

Çavkaniyên ji navçeya Mabata ya Efrînê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 2 welatî ji gundê Kemrok ê navçeya Mabata ya Efrînê revandin.

Navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Cîhad Hesen Îbrahîm û Şiyar Mihemed Şoto.

Heman çavkanî destnîşan kir ku çeteyan welatiyê bi navê Cîhad Îbrahîm serbest berdan lê heta niha çarenûsa Şiyar Mihemed Şoto ne diyare.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kiribû ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka ku Efrîn dagir kirine û heta niha, zêdetirî 6 hezar welatiyên Efrînê revandine û çarenûsa gelek welatiyan heta niha ne diyar e.

(bx)

ANHA