​​​​​​​‘Dagirkeriya Tirk, li Serêkaniyê 14 kes ji eşîra Begara înfaz kirin’

Koçberê ji Serêkaniyê iddia kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Menacîr ê Serêkaniyê 14 kes, ji eşîra Begara înfaz kirine. Koçber got: “Jin, zarok, mêr li qadekî kom kirin û ew înfaz kirin.”

​​​​​​​‘Dagirkeriya Tirk, li Serêkaniyê 14 kes ji eşîra Begara înfaz kirin’
11 sibat, 2020   06:50
QAMIŞLO – SILAVA EBDULREHMAN – BASIL REŞÎD

Roj bi roj sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Şêniyên li herêmên dagirkirî gotin îddia kirin ku dewleta dagirker a tirk û çeteyên wê li serêkaniyê 14 kesên ji eşîra begara ku di nav de jin û zarok jî hebûne infazkirine.

Subhî Îsmaîl Sehel ji eşîra Begara ye ji sala 1980‘î ve li taxa Hewarana ya bajarokê Menacîr ê girêdayî Serêkaniyê tevî hevjîn û 3 zarokên xwe dijiya. Piştî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê ku di 9‘ê Cotmehê de destpê kirin, berê xwe da navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo.

Sehel diyar kir ku piştî xîlafeta DAIŞ’ê têk çû, Erdogan hemû çeteyên cîhanê kom kirin û şandin Sûriyê. Sehel got: “Tu kes ji şerê Erdogan nefilitî ku niha hewl dide herêmeke taybet ji bo çeteyan bi navekê din ava bike. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker 14 kes ji eşîra Begara li gundê Menacîr ê Serêkaniyê înfaz kirin. Piştî em ji Serêkaniyê çûn Hesekê ez bi kesekî re li wir axivîn. Ji min re got dagirkeriya Tirk û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û bermahiyên DAIŞ‘ê piştî derbasî gundê Menacîr bûn, şênî li qadeke gund kom kirin. Di nav de 14 kes pismamên min bû, jin, zarok û mêr bûn û bi guleyan ew înfaz kirin."

Sehel dibêje: "Em jiyaneke aram, ewle û aştiyane dijiyan. Jiyana li Serêkaniyê tabloyeke mûzayîk bû, di navbera pêkhateyên wê de hezkirin û hevkarî hebû. Tu ferq di navbera pêkhateyan de tunebû. Lê ev li rihetiya Tirkiyê û çeteyên wê nehat ji ber wê êrişî me kirin."

Sehel destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê raste rast gelên herêmê kir hedef, di encamê de neçar man koçber bibin. Sehel wiha domand: "Me her tişt li pey xwe hişt û koçberî Til Temirê bûn, piştre bajarê Hesekê û ji Hesekê hatin navçeya Amûdê. Şêniyên navçeya Amûdê bi me re bûn alîkar û hemû pêwîstî pêşkêşî me kirin. Tiştên ku rêxistinên navdewletî nekirin, şêniyên herêmê kirin. Alîkariya me kirin. Rêxisitnên ku banga mirovahiyê dikin, mirovahiya xwe berdane."

Sehel anî ziman ku li gorî axaftinên şêniyan ên ji herêma Serêkaniyê hatine, gotin çeteyan mal talan kirin, heta derî û pencere jî dizîn û got: "Çete ji bo talankirin û diziya milkên gel, koçberkirin û têkbirina ewlehiyê herêm dagir kirine."

Subhî Îsmaîl Sehel anî ziman ku ew dest ji xaka xwe bernadin, dê berxwedana xwe bidomînin heta vegerin Serêkaniyê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/frIAqxZSIvQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>