Hunermend Mistefa El-Hac li Reqayê hat bi bîranîn

Hunermend, nivîskar û şanoger Mistefa El-Hac di çilrojiya wefata xwe de li Reqayê hate bi bîranîn.

Hunermend Mistefa El-Hac li Reqayê hat bi bîranîn
Hunermend Mistefa El-Hac li Reqayê hat bi bîranîn
Hunermend Mistefa El-Hac li Reqayê hat bi bîranîn
Hunermend Mistefa El-Hac li Reqayê hat bi bîranîn
Hunermend Mistefa El-Hac li Reqayê hat bi bîranîn
Hunermend Mistefa El-Hac li Reqayê hat bi bîranîn
10 sibat, 2020   14:48
REQA

Nivîskar û şanoger Mistefa El-Hac li bajarê Reqayê jidayîk bûye. Mistefa beşdarî gelek berhemên televizyonê bû û kedeke mezin di jinûve sererastkirina Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê de lîst.  Mistefa El-Hac beriya 40 rojan çû ser dilovaniya xwe û li pey xwe mîrasek çandî mezin hişt.

Mistefa El-Hac bi merasîmekê li Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê hate bi bîranîn. Bi dehan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê beşdarî bîranînê bûn.

Merasîm bi vegotina ayetên Quranê destpê kir. Paşê gelek axaftin hatin kirin.

Endamê Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê Ziyad El-Hemed axivî û got: "Hunermend El-Hac rolek mezin di çalakkirina huner û şano list, xwedî dîrokek hunerî têr û tijî berhem in. Piştî ku Navenda Çand û Hunerê ya bajêr restore kir, Mistefa rolek di vegerandina xeta hunerê ya bajarê ji rêya wê ya rast re lîst."

Bi navê Yekitiya Rewşenbîran hevserokê yekitiyê Ebdulrehman El-Ehmed axivî û anî ziman ku ew şopdarên rêya hunermend Mistefa El-Hac in. El-Ehmed destnîşan kir ku bajarê Reqayê hîne bi hewcedariya gelek afrîneran e da ku reseniyê vegerînin bajêr.
Xizmekî hunermend , axivî û qonaxên hunerî yên jiyana hunermend El-Hac  û berhemên wî yên ji salên şêstî ve vegotin. Jê yên herî girîng rêzefîlma Til El-Remad û benat El-Rîh.
Di dawiya merasîmê de endamên Komîteya Çandî spasnameyek bi navên Komîteya Çand û Hunerê û Meclisa Sivîl a Reqayê radestî malbata hunermend kir.

(şx)

ANHA