Ji ber berfê Asayîş û Şaredarî di nava liv û tevgerê de ne

Li bajarê Dêrikê ji ber barîna berfê ku bilindahiya wê 55 cm derbas kiriye, Hêzên Asayîş, Hawarê, Trafîk û Şaredariya Gel di nava liv û tevgerê de ne.

Ji ber berfê Asayîş û Şaredarî di nava liv û tevgerê de ne
10 sibat, 2020   15:46
QAMIŞLO

Ji duh bi şev heta niha li herêma Dêrikê ya Bakurê Sûriyê berf dibare, tevgera trafîkê rawestiya û hemû dukan girtî ne. Li ser biryara Desteya Perwerdeyê dibistan du rojan îbtal kiriye û Deriyê Sêmalkayê hatiye girtin.

Ji saetên sibehê ve Hêzên Asayîşê, Hawarê, Trafîk, Şaredariya Gel seferber bûne û hewl rêyan vekin.

Girêdayî mijarê Hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Fermez Hemo got: "Ji ber berfê kolan hatine girtin û kehrebe li ser hin taxa qut bûye. Ji ber vê yekê taximên xizmetguzarî û ajokariyê yên Şaredariyê ji saetên sibehê ve di nava liv û tevgerê de ne da ku rêyan vekin û saxlemiya ajokar û şêniyan biparêzin."

Hemo destnîşan kir ku beşê xizmetguzariyê kolanên sereke û yên şaxê yên Dêrikê bi temamî paqij kirin û Daîreya Kehrebê bi hevkariya Şaredariya Gel bi lez xetên kehrebe sererast kirin.

Derbarê mekanîzmeya çûnûhatinê berpirsên bendên kontrolê Kamîran Şabî got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bendana deriyên ketin û têketina bajêr li ser karên xwe ne û ajokaran hişyar dikin ku li gorî leza taybet a rewşên hawayî tevbigerin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6xdqS4X42XU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>