Li kampa Waşûkanî navenda Kongreya Star û  Mala Jinan vebû

Kongreya Star bi armanca birêxistinkirin û perwerdekirina jinên kampa Waşûkanî, navenedeke xwe û Mala Jinan li kampê vekir.

Li kampa Waşûkanî navenda Kongreya Star û  Mala Jinan vebû
Li kampa Waşûkanî navenda Kongreya Star û  Mala Jinan vebû
Li kampa Waşûkanî navenda Kongreya Star û  Mala Jinan vebû
10 sibat, 2020   14:36
HESEKÊ

Bi armanca bi rêxistinkirin, perwerdekirina jinan û çareserkirina dozên wan, li Kampa Waşûkanê ya 12 km li rojavayê navenda bajarê Hesekê diekeve navendekek Kongreya Star û Mala Jin bi merasîmekê hate vekirin.

Bi dehan jinên di kampê de, endamên Kongreya Star û Mala Jinan ên bajarê Hesekê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Di merasîmê vekirinê de yek ji rêveberiyên Kongreya Star a bajarê Serêkaniyê Selwa Ehmed daxuyaniyek xwend û got: "Di 9`ê Cotmeha 2019`an de dewleta Tirk a dagirker êrişên anîn ser herêmên nû yên bakurê Sûriyê wekî Serêkaniyê û Girê Spî, ji bilî kuştin, rûxandin û koçberkirinê û pêkanîna sûcên dijmirovî, tiştekî din bi xwe re neanî."

Selwa diyar kir ku azarên ku jinan ji ber êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê dikişînin, şantaj û dijberiya mirovahiyê ye. Wekî her kes dizane, gelek qurbanî û rewşên destdirêjî ku ji aliyê rêxistinên mirovî ve hatine belgekirin hene. Lê belê li hemberî vê yekê rêxistinên ku banga mafên mirovan dikin û raya giştî, bêdengiya xwe diparêzin.

 

Selwa di dewama daxuyaniyê de wiha got: "Êrişa Tirkiyê ya li ser civakê bi giştî û tevgera jinan bi taybet bandoreke neynî kir. Armanca wê têkbirina vê tevgerê bû. Lê belê bingeha ku hatiye avakirin ji van êrişan bi hêztir bû. Ji ber ku em gelekî aşiqê azadiyê ne û koletiyê qebûl nakin. Her tim me şerê çandî, siyasî û leşkerî li dijî hêzên kapîtalîst ên li herêmê ku hebûn û azadiya me dikirin hedef, dimeşand. Ev dijminahî sûcekî li dijî tevahî mirovahiyê ye."

Rêveberiya Kongreya Star destnîşan kir ku vekirina navendeke wan û mala jinan li kampê ji bo birêxistinkirina her jinekê û berwamkirina tekoşînê û felsefeya rizgariyê.

Selwa di dawiya daxuyaniyê de wiha got: "Em bang li tevahî cîhanê dikin ku em li vir in û em ê li hemberî hêzên hewl didin me qir bikin û îradeya me têk bibin, destgirêdayî nemînin."

Deriyê navenda Kongreya Star û Mala Jinan ji aliyê xwişka şehîd Adil Xelîl, Xelat Xelîl ve di nava dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan de hatin vekirin.

(cx)

ANHA

ؤ