Washington ji baregehên xwe yên li Iraqê vedikişe

Endamê komîteya ewlehî û parastinê ya parlemana Iraqê Elî El-Xanîmî tekez kir ku hêzên Amerîkayê ji baregehên xwe yên li Iraqê, dest bi vekişandinê kiriye.

Washington ji baregehên xwe yên li Iraqê vedikişe
10 sibat, 2020   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Elî El-Xanîmî bi daxuyaniyekê got Amerîka ji Iraqê diçe û hêzên Amerîkayê bi awayekî pratîkî ji 15 baregehên leşkerî vekişîne.

Her wiha destnîşan kir ku hêzên Amerîkayê tenê di 2 baregehan de mane ku yek li Hewlêrê ye û ya din li Eny El-Esed a Enbarê ye.

El-Xanîmî got Amerîka hewl dide li her du baregehan (Hewlêr û Enbar) bimîne, lê belê zexta gel û parlemanê israra vekişandina hêzên Amerîkayê ji hemû baregehan dikin.

Piştî aloziya ji ber kuştina fermandarê Feyleq El-Quds a girêdayî Hêzên Pasdaran ên Îranê Qasim Suleymanî, di navbera Bexda û Washingtonê de rageşî zêde bû. Hikumeta Iraqê meha borî ragihandibû ku dê ji biryara xwe ya derxistina hêzên biyanî ji welêt venegere.

 (cx)

ANHA