Malbatên Şehîdan: Rûxandina goristanan siyaseta Osmaniyan e

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî rûxandina goristana şehîdan a Girê Spî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û diyar kir ku dewleta Tirk ji nirxên pîroz ên gelan tolê hiltîne.

Malbatên Şehîdan: Rûxandina goristanan siyaseta Osmaniyan e
10 sibat, 2020   12:11
KOBANÊ

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn gorên Şehîdgeha Mehmûd Tama ya li başûrê rojavayê Girê Spî a dagirkirî rûxandin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Arif Balî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî. Balî got: "Em ji van kiryarên Osmaniyan ên dûrî mirovahiyê şaş namînin. Gorên şehîdan ên Efrînê piştî dagirkirina bajêr hatin rûxandin. Heman kiryar dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Başûrê Kurdistanê jî pêk anîn û goristanên şehîdan topbaran kirin û vekirin. Dewleta dagirker hewl dide nirxên pîroz ên gelên herêmê tune bike."

Li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya Girê Spî bi sedan cenazeyên şehîdên Kurd û Ereb ên beşdarî rizgarkirina bajarê Girê Spî û şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê bûne, hene. Her wiha gorên şehîdên sivîl ku di êrişên dewleta Tirk de li gundên sînorî şehîd bûne, wekî zaroka bi navê Sara Rifet jî hene.

Arif Balî diyar kir ku rûxandina goran nayê qebûlkirin, dê ev kiryar israra  gelên herêmê ya têkoşîn û berxwedanê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, kêm neke.

Piştî êrişeke asîmanî û bejahî ku ji ber wê bi dehan şênî hatin kuştin û bi hezaran ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe bajarê Girê Spî dagir kir.

 (cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5hpPzj93Bgo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>