Dewleta Tirk kuştina 5 leşkerên xwe di êrişeke rejîmê de piştrast kir

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê tekez kir ku 5 leşkerên wan di êrişeke hêzên rejîmê ya li ser balafirgeha Teftenaz a gundewarên Idlibê de hatin kuştin.

Dewleta Tirk kuştina 5 leşkerên xwe di êrişeke rejîmê de piştrast kir
10 sibat, 2020   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê ji Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku 5 leşkerên dewleta Tirk di êrişkeke hêzên rejîmê ya li ser balafirgeha Teftenaz a gundewarên Idlibê de, hatine kuştin. Reutersê diyar kir ku dewleta Tirk bersiva êrişê daye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî ragihand ku hêzên rejîmê êrişa bi moşekan li ser herêmên li balafirgeha Teftenaz a leşkerî û derdorê wê ku hêzên Tirk û komên çeteyan ên girêdayî wan, pêk anî.

Li gorî SOHR`ê di encama bombebaranê de kuştî û birîndarên ku di nava wan de leşkerên Tirk jî hene, çêbûn. Li wê derê tevgera ambulansên girêdayî Tirkiyê ji bo veguhastina birîndaran ji bo erdên Tirkiyê, hate dîtin.

Di heman derbarê de SOHR`ê diyar kir ku dewleta Tirk ji hêzên xwe xwest ku êrişên xwe li ser nuqteyên hêzên rejîmê heta bidawîbûna dan û standinên bi şandeya Rûsyayê re ku îro vegeriya Tirkiyê, bidin rawestandin.

Komên çete bi piştgiriya dewleta Tirk vê sibehê nuqteyên hêzên rejîmê topbaran kiribûn. Ev yek hemwextî daxuyaniya Tirkiyê ji bo destpêkirina operasyonekê li dijî hêzên rejîmê, pêk hat.

(cx)

ANHA