Çeteyên Tirkiyê ji bo ku li Idlibê êrişî hêzên rejîm bikin, xwe amade dikin

Komên çete dest bi amadekariya êrişên bi moşekan li dijî nuqteyên rejîma Sûriyê dikin.

Çeteyên Tirkiyê ji bo ku li Idlibê êrişî hêzên rejîm bikin, xwe amade dikin
10 sibat, 2020   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navçenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komên çete yên girêdayî dewleta Tirk, dest bi amadehiya êrişeke bi moşekan li dijî nuqteyên rejîmê li rojhilatê Idlibê dikin.

Navendê îro ragihand ku artêşa Tirk gefa destpêkirina êrişa leşkerî ya berfireh li dijî hêzên rejîmê, heke ji cihên li derdora nuqteyên wê venekişin, xwariye.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker nêzî 6 hezar leşkerên Tirk û hezar û 400 alav li bejahiyên Idlib û Helebê di çend rojên borî de belav kirin.

Ev gurbûn bi rasthatina çûna şandeya Rûsyayê ya dewleta Tirk pêk hat da ku dan û standinê bi aliyê Tirk re der barê rewşa Idlibê de nîqaş bikin.

Nakokiyên di navbera hêzên rejîmê û Rûsyayê ji aliyekî ve û dewleta Tirk ji aliyekî din ve li ser paşxaneya serweriya rejîmê li ser bajarokê Seraqibê yê stratejîk zêde bûn, her wiha leşkerên dewleta Tirk bi destê hêzên rejîmê hatin kuştin û Erdogan jî ragihand ku dê nuqteyên rejîmê topbaran bikin.

Rûsya û dewleta Tirk di 8’ê vê mehê de li Enqereyê der barê rewşa Idlibê de nîqaş kirin, lê belê tu lihevkirin pêk nehatin. Gelo ev êriş encama binketina dan û standinan in an jî peymana Rûsya-Tirkiyê ya nû ye?

(fr)