Ji ber pêla sermayê li herêmên Cizîr û Firatê dibistanan 2 rojan kir betlane

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê û Firatê ji ber pêla sermayê 2 roj kirin betlane.

Ji ber pêla sermayê li herêmên Cizîr û Firatê dibistanan 2 rojan kir betlane
10 sibat, 2020   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê û Firatê rojên 10 û 11`ê Sibatê (îro û sibe) ji ber pêla sermeya li herêmê kirin betlaneya fermî.

Desteyê diyar kir ku biryarname duh hat belavkirin û got rewşa nebaş a hewayî sedema vê yekê bû.

Tê zanîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêla sermayê heye. Rêveberiya hêzên Trafîkê beriya niha şênî û bi taybet ajokar der barê ajotina erebeyan de hişyar kirin û bi taybet jî di saetên şevê de.

(bx)

ANHA