Rojeva rojnameyên erebî - 10 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Idlibê û arîşeya di navbera Rûsya û Tirkiyê de nivîsî, her wiha geşedanên li Iraqê, komcivîna welatên Afrîkayê û rewşa Filistîn û Îsraîlê jî di rojeva rojnameyan de bûn.

Rojeva rojnameyên erebî - 10 Sibat
10 sibat, 2020   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: ENQERE XWE LI IDLIBÊ JI BO RIKEBERIYEKE BÊENCAM AMADE DIKE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Artêşa Sûriyê bi lez ber bi bidawîkirina pêngava yekemîn a operasyona leşkerî ya Idlibê ve diçe, êdî nêzî rêya navdewletî M5 bûye.

Pirsa ku xwe dide pêş niha ev e; gelo artêşa ku Rûsya piştgiriya wê dike, lê li ser plana xwe bimîne, anku dê vê rêya M5 û M4 bi tevahî kontrol bike, lê dê berê xwe bide navenda parêzgeha Idlibê ku ev yek jî tê wateya ku bi Tirkiyê re rû bi rû bimîne? Jixwe Tirkiye jî bi lez hêzên xwe dikişîne vê parêzgehê.

Çavdêr dibêjin Tirkiye gelek xirecirê dike, xwe dide nîşandan ku dê bi Rûsyayê re bikeve rikeberiyê, lê ew li pişt perdeyan hewl dide nekeve tu pevçûnan, ji ber ku encamên pevçûnê dê ne diyar bin, bi taybet ku dewletên rojava piştgiriya Tirkiyê nakin.

Tirkiye ditirse ku operasyona leşkerî ya artêşa Sûriyê, ji kontrolkirina her du rêyên navdewletî mezintir be û berê xwe bide ku tevahiya parêzgeha Idlibê û derdora wê vegerîne, ev tê wateya ku pelikeke girîng a Tirkiyê dê ji destên wê biçe, ji ber vê sedemê jî Tirkiye ew qas hêzan dikişîne Idlibê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di nava hefteyekê de 1240 maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê derbasî Idlibê bûne, her wiha 5 hezar leşker.

Li gorî çavdêran, plana artêşê, ka dê biçe navenda Idlibê yan biçe bajarê Cisir El-Şixûr, ew ê diyar bike ka hêzên li wir dê çi bikin, jixwe yek ji wan hêzan ji Tirkiye ye.

EL-BEYAN: LI IRAQÊ ‘KUMSPÎ’ LI ŞÛNA ‘KUMŞÎNAN’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameyê wiha nivîsî: "Li qadên xwepêşandanan Kumspî ketin şûna Kumşînan, ên ku piştî banga bloka Saîrûn xwe ji qadan vekişandin. Xwepêşandêran jî projeya El-Sedr nepejirand.

Xwepêşandêran konên nû li Necef, Besra, Bexda, Zîqar, Wasit û Kerbelayê vegirtin, piştî ku milîsên Kumşîn û milîsên Heşdê yên girêdayî Îranê, konên wan şewitandibûn. Wan milîsan êrîşî xwepêşandanan kiribûn û ku xwestibûn protestoyan rawestînin.

Lê piştî danezana El-Sedr a bi navê "Belgeya Reformê" ku tê de tê xwestin komên ‘Kumşîn’ vekişin û mijara ewlehiya xwepêşandêran û konên çalakvanan radestî hêzên ewlehiyê bikin. Lê xwepêşandêran ev danezan qebûl nekir. Di vê navberê de piştî vekişîna Kumşînan, girse dîsa daketin qadan.

ŞERQ EL-EWSET: MISIR HÊZEKE AFRÎKAYÎ YA LI DIJÎ TERORÊ PÊŞNIYAR DIKE

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Lûtkeya Afrîkayê ya ku duh li Adis Ababayê dest pê kir, mijarên çareserkirina pevçûnên çekdarî yên li parzemînê rawestîne.

Serokê Misirê Ebdilfetah El-Sîsî ragihand ku welatê amade ye pêşwaziya lûtkeyeke Afrîkayê bike û mijara avakirina hêzeke Afrîkayî ya li dijî terorê ava bike.

Li aliyekî din, sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres di roja destpêkê ya lûtkeyê de bal kişand ser girîngiya hevkariya enternasyonal a Afrîkayê, her wiha diyar kir ku NY piştgiriya hewldanên "bêdengkirina çekan" bike. Guterres diyar kir ku sê mijarên girîng li Afrîkayê hene, tunekirina xizaniyê, pirsgirêka avhewayê û bêdengkirina çekan.

EL-IMARAT EL-YAUM: ÎSRAÎL GEFA OPERASYONEKE LI XEZAYÊ DIXWE.. WASHINGTON JÎ WÊ HIŞYAR DIKE

Der barê geşedanên li Filistînê de rojnameyê nivîsî: "Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Natanyahu îro yekşemê dîsa gefên nû xwarin ku dê li dijî Xezayê operasyoneke leşkerî dest pê dike.

Natanyahu di di komcivîna heftane ya hikûmeta xwe de got: "Em tu êrîşên ji Xezayê qebûl nakin .. em ê der barê hemû operasyonên ku emê bikin de û der barê planên xwe de, ragihandinê agahdar nakin, lê em amade ne ku li rêxistinên li Xezayê poerasyoneke giran pêk bînin. Kirinên me pir bi hêz in û hîna bidawî nebûne, bi kurtî ez vê dibêjim".

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Naftali Bennett jî roja yekşemê gef xwarin ku dê li dijî lîderên Hamasê yên li Xezayê êrîşeke dijwar pêk bîne.

Çavdêr dibêjin ku gefên rayedarên Îsraîlê ku dê operasyoneke leşkerî li dijî Xezayê pêk bînin, ji bo propagandaya hilbijartinê ye, ji ber ku tenê 20 roj mane ku li Îsraîlê hilbijartin pêk bên, ku di nava salekê de cara sêyemîn hilbijarin têne kirin.

Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê David Fradman roja yekşemê diyar kir ku eger Îsraîl ji bo herêmên Şerîaya rojava tev li axa xwe bike hin pênganên yekalî pêk bîne, ew ê piştgiriya Amerîkayê winda bike.

(kn)