​​​​​​​Tevgera çand û hunerê minbera vejandin û parastina çanda gelan e

Tevgera çand û hunerê ya kantona Efrînê rolek giring di parastin û vejandina çanda gelên resen de dilîze. Bi taybet ji bo li dijî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze çanda civakan ji holê rake, sekinîn rolek giring ê tevgera çand û hunerê ye.

​​​​​​​Tevgera çand û hunerê minbera vejandin û parastina çanda gelan e
10 sibat, 2020   08:27
ŞEHBA-CAFER CAFO-XANDÎ ELO

 

Di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tevgera çand û hunerê bi awayekî mezin geş bû û pêşket. Pêşketin bû hewldanek ji bo vejandin û parastina çanda gelên herêmê yên resen.

Tevgera çand û hunerê ya herêma Efrînê rolek mezin di geşepêdana behreyên hunrî û çandî de lîst. Bi vî awayî tevgera çandî bi giştî xurt kir.

Li Efrînê tevgera çand û hunerê piştî destpêkirina Şoreşa Rojava xwe birêxistin kir. Dîlanên gelêrî, stran, şano  hatin pêşxistin û komînên sînama hatin vekirin.

Bi sedan şêniyên Efrînê tevlî tevgera çand û hunerê bûn. Tevgerê jî navendên xwe li tevahiya navçeyên kantona Efrînê û navenda wê vekirin.

Tevgerê dewreyên fêrkirina govendê vekirin, stranên çandî yên kevnar kom kirin û arşîf kirin. Tevî ku gelek komên şano ava kirin. Her wiha paymengehên taybet ji bo fêrkirina lêdana amûrên muzîkê vekirin.

Tevî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêma Efrînê û piştî ku şênî neçar man ber bi kantona Şehbayê ve koçber bibin, şêniyên Efrînê berxwedana xwe bi rêbazên cuda berdewam dikin.

Şêniyên Efrînê li kantona Şehbayê  tevgera çand û hunerê carek din orgenîze kirin. Çalakiyên hunerî yên cuda di dirêjahiya  du salan de lidar xistin.

Lidarxistina 4’emîn Mihrîcana Mîtan a Şano berhema keda tevgera çand û hunerê ye.

Hevserokê Desteta Çand û Hunerê ya kantona Efrînê Henan Seydo behsa rêbazên di dema koçberiyê de xwebirêxistinkirinê kir û got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çanda kurdî kirin hefef. Hemû tiştên girêdayî çand, şaristanî, ziman û cihên dîrokî wêran kirin. Tevgera çand û hunerê li hember van hewldanan sekinî. Saziyên xwe birêxistin kirin û gelek çalakiyên hunerî li kampan û li gundên kantona Şehbayê lidar xistin."

Seydo di dawiyê de got: "Lidarxistina Mihrîcana Mîtan a Şano di van şertan de berhama ked û hevgirtina şêniyan bi tevgerê re ye."

(şx)

ANHA