Civaka Êzidî: Em dubare soza berxwedan û têkoşînê didin

Şêniyên civaka Êzidî, piştî dewleta Tirk li Efrînê hewldana qirkirina êzidiyan da, dubare soza berxwedan û têkoşînê dan.

Civaka Êzidî: Em dubare soza berxwedan û têkoşînê didin
10 sibat, 2020   08:03
HELEB-SOLÎN REŞÎD-HENAN MIHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe di 18’ê Adara 2018`an kantona Efrînê dagir kirin. Piştî wê Efrîn bû cihê komên hov û van hovan her cure kiryarên dermirovî li ser gel dan meşandin.

Kantona Efrînê bi pirrengiya xwe dihat naskirin, yek ji van rengan jî Êzîdî bûn. Ew jî beşek ji gelê Efrînê bûn, bi bîr û baweriya xwe dijiyan. Ezîdiyên Efrînê li 22 gundan bicih bûbûn û bi serweriya Rêveberiya Xweser re êdî bi maf û baweriya xwe jiyan.

Lê dema artêşa Tirk û çeteyên wê êrişî Efrînê kirin, perestgehên Êzîdiyan kirin hedef û hilweşandin. Di heman demê de li dijî civaka Êzidî sûcên şer kirin. Bi darê zorê êzidî kirin misliman, li gundên êzidiyan mizgeft ava kirin.

Di milekî dîtir de artêşa Tirk şûnwarên dîrokî yên li herêmê ku nasnameya Êzidiyan bûn  hilweşandin.  Mîkana wan jî; peykerê Zerdeşt û Qiba Laleşê ye. Rêxistinên navdewletî beramberî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî pêkhateya Êzidî bêdeng man. Lewma şêniyên Efrînê û Êzidiyan soza berxwedanê dan.

Piştî artêşa Tirk û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kirin, bi sed hezaran şêniyên kantonê koçberbûn û li kantona Şehbayê bi cih bûn.

Li ser vî esasî yekîtiya Êzidiyan rêxistina xwe ava kirin û mala Êzidiyan li navçeya Til Rifet, kampa Serdem û li gundê Ehdas ê kantona Şehbayê vekirin.

Her wiha mala Êzidiyan li aliyê rojava yê taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî vekirin û bi sedan şêniyên Efrînê li herêma Helebê bi cih bûn.

Di vê çarçoveyê de şêniyên Êzidî yên li bajarê Helebê li dijî binpêkirinên artêşa Tirk disekinin û parastina çanda xwe dikin.

Welatiya bi navê Fîdan Elî ku ji kantona Efrînê ye wiha kiryarên çeteyên artêşa Tirk vedibêje: "Çeteyên dewleta Tirk digirtin ser malên me û hinkî pirs dikirin, tirs dixistin  nava me. Êdî zehmet bû em li Efrînê bimîn. Ji ber rewş nebaş bû em ji malên xwe derketin û li bajarê Helebê bi cih bûn. Li Helebê ji ber em mafên xwe bêparmane, em diçin mala Êzidiyan û ayînê  xwe diparêzin. Di heman demê de perestgehên me li ku bin em ê parastina wan bikin. Hêviya me ew e em li malên xwe vegerin.”

Welatiya bi navê Newroz jî axivî û got: “Em wekî civaka Êzidî di pêvajoya dîrokê de û li  Efrînê jî bi qirkirinê re rû bi rû mane. Yek ji van qirkirinan jî komkujiya li Şengalê bû. Em vê ji bîr nakin. Lewma jî em ji Efrînê derketin û li bajarê Helebê bi cih bûn. Dema em gihaştin bajarê Helebê me li mala Êzidiyan rêxistina xwe çêkir. Em di wê baweriya de ku em ê bi yekîtiya xwe vegerin Efrînê û çeteyan ji warên xwe derxînin. Li ser vî esasî her çiqasî dewlet êrişî me bike jî ew ê nikaribin vîna me bişkînin.”

Welatiyê bi navê Resûl Musa Xezawî axivî û got: “Artêşa Tirk mezreyên me xetab kirin, dar birîn û demografiya herêmê guhartin. Em ê ticarî serî netewînin, isbata vê yekê jî dema çeteyan Efrîn dagir kirin, me mala Êzidiyan li Helebê vekir. Ji ber em ê bi vîna xwe parastina hebûna xwe bikin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NRczK-KIzdI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>