ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 -02-2020
10 sibat, 2020   05:04

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Navçeya Til Hemîsê civîneke girseyî ji bo nirxandina rewşa siyasî li navenda çand û hunerê li dar dixe, saet 11:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê yên li navçeya Şêrawayê ya girêdayî Efrînê didomîn in. Dagirkeran di nava hefteyekê de 64 top avêtin navçeyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên civaka Êzidî, piştî dewleta Tirk li Efrînê hewldana qirkirina êzidiyan da, dubare soza berxwedan û têkoşînê dan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Serêkaniyê yên ku neçar man ji ber zilm û dagirkeriya Tirk ji warê xwe koçber bibin gotin: “Tevî hemû zehmetiyan em ê liber xwe bidin. Hêviya me heye ku emê li warê xwe vegerin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Nasir Yagiz destnîşan kir ku tekane rêya têkbirina komploya navneteweyî têkoşîna birêxistinkirî ye û got “Ji bo têkbirina komploya navneteweyî rêya sereke yekitiya gele Kurd e û xurtkirina têkoşînê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Rêveberiya PYD`ê Mihemed Seîd Şêxmûs diyar kir ku bi yekitiyê re wê dagirkerî bi dawî bibe û statûya herêmê bê nasîn. Berdevka Kongreya Star ya navçeya Til Temir Gûlîxan Tahir jî anî ziman ku destnîşan kir ku yekitiya wan wê pirsgirêka Sûriyê û tevahî Rojhilata Navîn çareser bike û yekitî wê bingehek esasî ji sîstema netewa demokratîk û naskirina sîstemê re çê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a kantona Hesekê navendek xwe û mala jin li Kampa Waşûkanî vedike, saet 12:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên li kampa Girê Spî raya giştî hişyar kir ku jinên herêmê ji aliyê leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve rastî êrişên cinsî tên. Koçberan bang li rêxistinên peywendîdar kirin ku van binpêkirinan rawestînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê di qada çandî de gaveke erênî avêt û isbata vê yekê jî derketina çapxane, weşanxane û navendên çandî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera çand û hunerê ya kantona Efrînê rolek giring di parastin û vejandina çanda gelên resen de dilîze. Bi taybet ji bo li dijî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze çanda civakan ji holê rake, sekinîn rolek giring ê tevgera çand û hunerê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Aborî û Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsayê xwest ku parên wê ji bo destekdayîna warê çandiniyê zêde bibin. Ji bo ku piştgiriya cotkarên gundewarê navçeyê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sabit El-Cewher sedemên ku hiştine biryarekê bigirin û pêşkêşkirina danên xwarinê di bin konên sersaxiyê de betal bikin eşkere kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA