Şehîdek berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiye hate bibîranîn

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li bajarê Helebê şehîd Elî Mihemed di salvegera şehadeta xwe ya 7`emîn de bibîr anî.

Şehîdek berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiye hate bibîranîn
Şehîdek berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiye hate bibîranîn
Şehîdek berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiye hate bibîranîn
9 sibat, 2020   19:40
HELEB

Meclisa Tenduristiyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye li bajarê Helebê şehîd Elî Mihemed di salvegera şehadeta xwe ya 7`emîn de bibîr anî. Merasîma bîranînê li hola civînan a taxa Eşrefiye li dar ket. Şehîd Elî Mihemed hemşîre bû û dema alîkariya tenduristî ji şervanan re di sala 2013`an de pêşkêş dikir şehîd ketiye.

Meclisa Tenduristiyê bi koordîneya Rêveberiya Nexweşxaneya Xalid Fecir merasîma bîranînê orgenîze kir. Bi dehan şênî û nûnerên saziyên civaka sivîl û malbata şehîd Elî Mihemed tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê endama rêveber a Meclisa Tenduristiyê Leyla Hesen bi zimanê Erebî û endamê rêveber Neşet Zîbar bi zimanê Kurdî kurtejiyana şehîd Elî Mihemed û xebatên wî xwendin.

Dayîka şehîd Elî Mihemed, Dilîşan Mistefa got: "Kurê min piştî ku nobetdariya xwe bidawî kir, venegerî mal. Lê belê israr kir ku ji bo berxwedanê desteka ciwanên bike. Kurê min ji bo parastina tax û gelê xwe şehîd ket."

Dilîşan soza şopandina rêya şehîdan da.

Endamê rêveber ê Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir Welat Meimo got: "Dema çeteyan tax topbaran dikir, şêniyan bi moralên bilind axa xwe parastin."

Meimo destnîşan kir ku şehîd Elî Mihemed rola xwe di vê berxwedanê de anî cih û şehîd bû.

Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

Meclisa Tenduristiyê ji bo bîranîna şehîd Elî Mihemed di demek berê de nuqteyek tenduristiyê bi navê wî li taxa Eşrefiye vekiribû.

(şx)

ANHA