Meclisa Kantona Efrînê bi kesên ku bi Ocalan re rûniştine civiya

Meclisa kantona Efrînê ya dagirkirî, bi kesayetên ku bi Rêber Ocalan re rûniştine civiya.

Meclisa Kantona Efrînê bi kesên ku bi Ocalan re rûniştine civiya
Meclisa Kantona Efrînê bi kesên ku bi Ocalan re rûniştine civiya
Meclisa Kantona Efrînê bi kesên ku bi Ocalan re rûniştine civiya
Meclisa Kantona Efrînê bi kesên ku bi Ocalan re rûniştine civiya
Meclisa Kantona Efrînê bi kesên ku bi Ocalan re rûniştine civiya
9 sibat, 2020   16:17
ŞEHBA

Civîn li gundê Til Qirah ê kantona Şehbayê lidar ket. Sed şêniyên kantona Efrînê yên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re dema li Sûriyê rûniştine tev li civînê bûn.

Di civînê de endama koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif axivî û girêdana gel bi Rêber Ocalan û fikrên wî silav kir û got: "Dewletên komploger hewl dan projeya Rêber Ocalan têk bibin. Lê gel bê deng nema, berovajî wê ji bo belavkirina fikrê Ocalan li ber xwe da û têkoşiya."

Hediye Yusif komploya navneteweyî şermezar kir û got: "Ruxmî ku dijmin ji 21`an salan ve plan dike me qir bike û vîna gelê têkoşer bişkîne, lê me heya îro li rex hev liber xwe da."

Paşê sînevizyonek girêdayî xebatên Rêber Abdullah Ocalan beriya ku dîl were girtin hate pêşendan.

Di dawiya civînê de deriyê nîqaş ji kesayetên ku bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştine hate vekirin. Şêniyan girêdana xwe ya bi fikrê Ocalan ve anîn ziman.

(şx)

ANHA