Li Reqayê panela "Tu bibe guhertin"

Bi dirûşmeya `Tu bibe guhertin` Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê li bajarê Minbicê panelek girêdayî mafên zarokan, koçberî û zewaca bi temenê biçûk lidar xist.

Li Reqayê panela "Tu bibe guhertin"
Li Reqayê panela "Tu bibe guhertin"
Li Reqayê panela "Tu bibe guhertin"
9 sibat, 2020   16:05
REQA

Endamên Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê tevî endamên Meclisa Jinan a Sûriyê û jinên ciwan tev li panelê bûn.

Panel li Buroya Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyê li navenda bajarê Reqayê lidar ket.

Di panelê de sê mijarên hatin nîqaşkirin; zewaca bi temenê biçûk, mafên zarokan û koçberî.

Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, piştre deriyê nîqaş girêdayî mijarên panelê hate vekirin.

Girêdayî mijara yekemîn endama Buroya Jin a Meclisa Jinan a Sûriya Şems Sîno axivî û behsa berdewamkirina aloziya Sûriyê û mijarên girêdayî jinê kir û got: "Pirsgirêka jinê ne tenê li Sûriyê lê belê li Rojhilata Navîn kûr e. Jin wek amûre û alava anîn zarokan tê bikaranîn. Di dema dagirkirina DAIŞ`ê de ji bajaran re bû qurban. Çeteyan jin  neçar kirin ku di temenek biçûk de were zewicandin. "

Şems destnîşan kir ku ji ber zewca bi temenê biçûk, rêjeya berdanê zêde bûye ji ber ku jin di temenê biçûk de nikare barên malbatê rake.

Girêdayî mijarê din a mafên zarokan endama Meclisa Sûriya Demokratîk Suad El-Kurdî axivî û got: "Jin û zarok bûn quraniyên şeran. Zarok bi rêya şerê taybet, belavkirina madeyên hişbirê û bi tevahiya rêbazan têne bikaranîn. Ji ber rewşa aborî ya dijwar zarok hatin xebitandin."

Şems wiha berdewam kir: "Ji bo derbaskirina bandorên şerê taybet, divê hemleyên zanakirina zarokan bêne lidarxistin û girîngî ji perwerdeyê re bê danîn tevî çavdêriya malbatî."

Di mijara sêyemîn de endamê Buroya Hevalbendiya Niştîmanî ya Demokratîk Yihya El-Fewzî axivî û behsa şerê li tevahiya Sûriyê rû dide kir. El-Fewzî destnîşan kir ku ji ber şerê li Sûriyê bi hezaran şênî neçar man koçber bibin.

El-Fewzî got: "Vegera welêt mijarek gelek girîng e û çareseriyek siyasî pêwîst dike. Da ku şênî bê tirs vegerin bajarê xwe."

 (şx)

ANHA