Hevdîtina Rûsya –Tirkiyê bê lihevkirin qediya

Hevdîtina Rûsya- Tirkiyê ya li Enqere bi binket, bêyî ku herdu alî derbarê Idlibê de bighêjin lihevkirin.

Hevdîtina Rûsya –Tirkiyê bê lihevkirin qediya
8 sibat, 2020   19:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand: "Danûsandinên li Enqere ya di navbera herdu aliyan de 3 seatan dewam kir. Nûnerên ji wezareta derve, artêş û wekîlên îstîxbaratê yên herdu dewletatan, her wiha nûnerê taybet yên serokê Rûsya li Sûriyê Alexander Lavrentiev amade bûn. Rewşa li parêzgeha Idlibê, gavên bi armanca pêkanîna prosesa siyasî li Sûriyê hatin nîqasşkirin. Di dawiyê de biryar hate standin ku danûstandinê hefteya bê berdewam bike."

Hevdîtina Rûsya- Tirkiyê di demekê ku hêzên rejîmê li Idlib û Helebê pêşde diçin de hatin lidarxistin.

Hate ragihandin ku rejîmê bajarokê Îs ê stratejîk kontrol kir û nuqteyeke çavdêriyê ya Tirkiyê dorpêç kir.