Partiyên kurdî li ser yekitiyê çi dibêjin?

Di çarçoveya hewldanên yekkirina xîbata kurdî de, Komîteya Şopandin û Têkiliyan serdana hejmarek partiyên siyasî yên li bajarê Qamişlo kir.

Partiyên kurdî li ser yekitiyê çi dibêjin?
Partiyên kurdî li ser yekitiyê çi dibêjin?
Partiyên kurdî li ser yekitiyê çi dibêjin?
Partiyên kurdî li ser yekitiyê çi dibêjin?
Partiyên kurdî li ser yekitiyê çi dibêjin?
Partiyên kurdî li ser yekitiyê çi dibêjin?
Partiyên kurdî li ser yekitiyê çi dibêjin?
Partiyên kurdî li ser yekitiyê çi dibêjin?
Partiyên kurdî li ser yekitiyê çi dibêjin?
8 sibat, 2020   18:30
QAMIŞLO

Komîteya Şopandin û Têkiliyan di forma siyasî de ya ku di 12‘ê Kanûna 2019‘an  li Kobanê hatibû lidarxistin  hate avakirin. Komîte bi armanca nêzîkirina partiyên siyasî yên kurdî û yekkirina xîtaba kurdî hate avakirin.

Komîteya Şopandin û Têkiliyan a ji bajarê Kobanê hate bajarê Qamişlo ji Mesûd Mihemed, Kurdo Qetî, Perwîn Betal û Leyla Ebûd pêk dihat. Komîteyê serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê –Sûriyê, Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê, Partiya Demokrat a Sûriyê (Partî) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Kir.

Endamên Komîteyê destpêkê serdana buroya Partiya Demokrat a Kurdistanê –Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kir û sedema serdanê şîrove kir.

Endama buroya siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê- Sûriyê Muhsin Tahir ji ANHA‘yê ew dixebitin da ku buroyên xwe li herêmê Rojava vekin û got: "Em hêvî dikin ku yekitiya netewî ya Kurdî pêk were."

Tahir anî ziman ku "Divê em helwesta xwe bibin yek da ku gelê xwe di vê pêvajoya çarenûsî de li dora xwe kom bikin."

Mihsin Tahir diyar kir ku parçebûn û cûdabûn ji aliyê cadeya kurdî ve nayê qebûlkirin û got, divê aliyên siyasî yên din yekrêziyê qebûl bikin. Mihsin got: " Yekrêziya Kurd ji 3 hîmen bingehîn de pêkan e, siyasî, rêveberî û leşkerî, lew re divê di nava hersê çarçoveyan de xebateke hevpar were meşandin û yekitiya kurdî were avakirin."

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê- Sûriyê Mihsin Tahir di dawiya axaftina xwe de got: "Dîrok dibêje aliyek çiqas bi hêz be dê biser bikeve, dema hemû alî bibin yek dê serkeftin para wê be. Ku kurd bibin yek wê doza kurdî biser bikeve."

Piştre, komîteyê serdana buroya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ya li taxa siyahî kir.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Faris Osman got: "Em piştgiriyê didin însyatîfa komîteyê û ji bo serxistina xebatên wê amade ne kar bikin. Piştî dagirkirina Efrînê me xwest ku yekitiya netewî pêk were da ku biserkeve."

Osman got însyatîfa fermandarê giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî baş e û hêvî kir ku ev însyatîf biser bikeve û hemû hêzên kurdî yekitiya xwe ava bikin.

Komîteyê her wiha serdana Buroya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî) kir. Endamên komîteyê ji aliyê endamê û rêveberiyên partiyê ve hate pêşwazîkirin. Sekretêrê partiyê Nesredîn Îbrahîm ji ANHA‘yê axivî û got: "Em piştgiriyê didin vê gavê û ji bo serxistina wê amade ne erka ku dikeve ser milê me pêk bînin."

Piştre şandeyê serdana Buroya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kir û ji aliyê hevserokê partiyê Şahoz Hesen ve hate pêşwazîkirin.

Rayedarên PYD‘ê anîn ziman ku ew ji partiyên destpêkê ne ku banga yekitiya netewî ya kurdî dikin û girîngiya ku partiyên siyasî yên kurdî bibin yek destnîşan kirin.  Her wiha destnîşan ku "Dema yekitiya netewî pêk were ew ê bihêztir li hemberî artêşa Tirk a dagirker bisekinin da ku wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxînin."

Der barê encamên serdanê de, endamê Komîteya Şopandin û Têkiliyan Kurdo Qetî got, wan serdana gelek partiyên siyasî kirin, hemû partiyan gotin ew amade ne ji bo pêkanîna yekitiya netewî ya kurdî bixebitin.

ANHA