Li Dufa Xerbiye di navbera leşkerên Îsraîlê û gelê Filistinê de pevçûnê rû da

Di berbanga îro de erebeyek li naverasta Qudsê pê da nava gel û di encamê de 14 kes birîndar bûn. Li Dufa Xerbiye jî di navbera gelê Filistinê û artêşa Îsraîlê de pevçûn derket. 

Li Dufa Xerbiye di navbera leşkerên Îsraîlê û gelê Filistinê de pevçûnê rû da
6 sibat, 2020   10:24
NAVENDA- NÛÇEYAN

Rayedarê Rêxistina Ambulansan a Îsraîlê Necim Dawûd got: "Me 14 kes ji ber bûyera ku li herêma Quds El-Xerbiye çêbûye, rakirin û ew derman kirin."

Berdevkê polîsan Mîkî Zonfilid jî got: "Yekîneyên polîsan û bijîşk gihîştin cihê bûyerê û hewl didin erebeyê bibin û dest bi lêpirsîna vê êrişa terorê bikin."

Li gorî ajansa Wefa ya Filistînê, di encama pevçûna di navbera gelê Filistînê û artêşa Îsraîlê de li Cinîn a bakurê Dufa Xerbiye di berbangê de, ciwanekî filistînî hate kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Ajansê wiha da zanîn: "Yezen Muzir Ebû Tibîx ê 19 salî di encama gulebarana leşkerên dagirker de li Cinîn hate şehîdxistin û di van rojan de 2 kes bi guleyên artêşa Îsraîlê hatin kuştin."

(kc)