Di çalakiyên HRE’yê de 4 hatin kuştin 2 çete birîndar bûn

HRE’yê daxuyand ku di çalakiyên wan ên duh û pêr de 4 çete hatine kuştin û 2 çete jî birîndar bûne. Her wiha gundên Şêrawa, Şera û Şehbayê û baregeheke Rûsyayê jî ji hêla çeteyan ve hatine topbarankirin.

Di çalakiyên HRE’yê de 4 hatin kuştin 2 çete birîndar bûn
6 sibat, 2020   10:26
NAVENDA- NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê der barê çalakiyên xwe yên duh û pêr de agahî dan. HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyên wan de herî kêm 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn. Her wiha HRE’yê diyar kir ku çeteyan gundên navçeyên Şera, Şêrawa û Şehbayê û baregeheke hêzên Rûsyayê jî topbaran kirine.

Daxuyaniya HRE’yê  wiha ye:

Rojên 4 û 5’ê Sibatê, li gundê Hezwan ê bi ser herêma Babê ve hêzên me li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyên sekvaniyê li dar xistin. Di encamê van çalakiyan de 2 çete hatin kuştin.

Roja 4’ê Sibatê li gundê Meryemîn ê bi ser navçeya Şera ve li hember çepereke çeteyên Cebhe El-Şamiye hêzên me çalakiyek li dar xist. Di encama çalakiyê de hejmara kuştiyan nehat zelalkirin, li gorî agahiyên bi dest ketine 2 çete birîndar bûn. Her wiha çeperek û çekeke doçka hatin rûxandin.

Roja 5’ê Sibatê, li derdora bajarê Mareyê hêzên me li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Her wiha artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê gundên navçeya Şêrawa, Şera û herêma Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin. Di heman demê de artêşa dagirker baregeha hêzên Rûsyayê ya li gundê Kiştaar topbaran kir.”