Rojeva rojnameyên erebî - 6 Sibatê

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Idlibê, Iraq û rewşa Tirkiye û Sûriyê de nivîsîn.

Rojeva rojnameyên erebî - 6 Sibatê
6 sibat, 2020   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: QUMARBAZIYA ERDOGAN DÊ BIBE SEDEM KU RÛSYA Û AMERÎKA JI DESTÊ WÊ BIÇIN

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li Idlibê û arîşeya di navbera Rûsya û Tirkiyê de nivîsî: “Bi pêşketina hêzên artêşa Sûriyê li Idlibê, arîşeya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de jî mezin bû. Tê gotin ku Amarîkayê programeke veşartî ya alîkariya îstixbaratî û leşkerî bi Tirkiyê re rawestand.

Çar berpirsên Amerîkayê ji Reutersê re got ku Amarîkayê programeke veşartî ya hevkariya leşkerî û îstixbaratî bi Tirkiyê re rawestand, piştî ku bi salan li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) alîkariya Tirkiyê kir.

Serokê Tirkiyê gelek caran ji bo ku fişarên dewletên rojava li ser xwe kêm bike, serokê Tirkiyê alîkariya Rûsyayê xwestibû, lê xuya ye ku ev tişt vê carê dê bi destê Tirkiyê nakeve, ji ber ku di navbera her du welatan de arîşe bilind bûye.

Pêşketinên dawiyê yên li Idlibê  eşkere kir ku di navbera her du welatan de, di gelek mijaran de dê arîşe bilind bibe, her wiha dê têkiliyên wan ên di mijarên enerjî û aboriyê de bi paş bikevin.

Çavdêr dibêjin ku eger erêkirina Rûsyayê nebe, artêşa Sûriyê dê nikarîba hêzên Tirkiyê bombebaran kiribana. Her wiha artêşa Sûriyê gelek herêmên stratejîk ên Idlibê vegerandin, herî dawiyê jî Meret Al-Nûman bû. Ev yek dê bike ku xewnên Erdogan ber bayê herin.

Li hember vê aloziyê, Erdogan hişyarî û gevan dide û ji hêzên rejîma Sûriyê dixwaze ku ji derdora xalên çavdêriyê yên Tirkiyê vekişe, her wiha ji Rûsyayê jî dixwaze ku hestyariyên Tirkiyê yên li Sûriyê bibîne.

Li gorî van geşedanan, çavdêr dibêjin ku dê têkiliyên Rûsya û Tirkiyê her aloztir bibin, eger Erdogan li xwe mikur neyê ku bi bin ket û hêzên xwe ji Idlibê dernexîne.

EL-BEYAN: TIRKIYE Û SÛRIYÊ… KÎ AXA KÊ DAGIR DIKE?

Der barê heman mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî “serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefan dixwe û hişyariyan dide artêşa Sûriyê ku êrîşa xwe li dijî Cebhet Al-Nusra ya terorîst rawestîne, li gundewarên Heleb û Idlibê, her wiha fişarê li Moskovê dike.

Lê Tirkiyê bersiva Rûsyayê neda, dema ku Rûsyayê ragihand ku Tirkiye erkên xwe yên lihevhatinên Soçî û Astanayê pêk neanîn. Lê li şûna wê Tirkiye ji Sûriyê dixwaze ku ji axa Sûriyê vekişe.

Mijdara derbasbûyî, artêşa Tirkiyê êrîşî axa Sûriyê kir, berpirsên Tirkiyê gelek nav li vê êrîşê kirin, her roj jî armanceke nîşan didan. Careke digotin ji şerê li dijî terorê ye, ku behsa kurdên Sûriyê dikin, Kurdên Sûriyê ku di dîroka xwe de ne xeter bûn li dijî Tirkiyê. Carinan jî hêstir li ser koçberên Sûriyê dibarandin. Ji xwe tişta ku Tirkiyê ji koçberan kiriye ewke ku ew ji xwe re li dijî Ewropayê bi kar anîne.

Lê mijara ewlehiya neteweyî, jixwe rayedarên Tirkiyê dizanin ku eger dewleta Sûriyê li ser tevahiya axa Sûriyê serwer nebe, dê ewlehiya Tirkiyê jî pêk neyê. Ya din jî pêwîste ku di navbera Tirkiyê û Sûriyê de têkiliyên cîrantiya baş hebin.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, Tirkiyê axa xwe û sînorên xwe ji bi hezaran çeteyan re vekirin, ji hemû aliyên cîhanê hatin û derbasî Sûriyê bûn û wêranî kirin.

ŞERQ EL-EWSET: PIŞTÎ ALÎGIRÊN EL-SEDR BI SER KAMPA IHTÎCAC A LI NECEFE DE GIRT, KUŞTÎ ÇÊBÛN

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha da zanîn: "Piştî ku alîgirên Muqteda El-Sedr girtin ser kampa Ihtîcac a li Necefê û di encama şerê ku derket de herî kêm 8 kes hatin kuştin."

Reutersê li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku herî kêm 20 kes birîndar bûne.