ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-2-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 6-2-2020`AN
6 sibat, 2020   05:00

-Şopandina bûyerên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin.

-Şopandina çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

-Meclisa bajarê Qamişlo semînerek girêdayî komploya navneteweyî li dijî Rêber Abdullah Ocalan li taxa Cûdî lidar dixe saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li bajarê Qamişlo komek zarok radestî desteyek fermî bi navê hikumeta Rûsyayê dike saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Nivîskar û lêkolînerê aborî Çeleng Umer got: “Heke hevpeymaneke siyasî di navbera rejîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbibe, dê ji bo rewşa aboriya Sûriyê jî bibe gaveke erênî.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamê Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Firatê Mistefa Ebdî got: “Dîlgirtina Ocalan di mijara çaresekirina doza Kurd hewldanek ji bo cudakirina serî ji laş bû”.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Hesekê dibînin ku avakirina yekîtiya Kurdî dikeve ser milên tevahiya hêz û partiyên Kurdî. Divê hemû tawizan bidin da ku ev yekitî pêk were.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku di Kampa Nerwoz de dimînin teqez kirin ku ew hêvî dikin vegerin malên xwe. Her wiha bang li saziyên navneteweyî kirin ku mudexele bikin û azarên wan bidawî bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Cîgirê hevserokên Dayîraya Têkiliyên Karê Derve Fener Giêt Fener got: “Wezareta Karê Derve ya Fînlandayê, avakirina dadgeheke taybet bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê erê dike. Dê têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Rêveberiya Xweser û Fînlandayê de bidomin.” .(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo şîrovekriina geşedanên siyasî yên dawî civînek gelêrî li hola Kluba Siyahî li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo lidar dixe saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Di van rojên dawîn de çavên her kesî zivirîne `Herêmên bêçek`. Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsya bi dijwarî êriş dike tevî ku Tirkiyê û Rûsya agirbestek ragihand. Lê ev agirbest dirêj nekir. Di encama wan êrişan de hêzên rejîmê pêş ketin. Ew jî metirsî li cem Tirkiyê çêkir. Gelo çi di van rojan de qewimî? .(BI WÊNE)

CÎHAN

-Ji destpêka ragihandina serokê Amerîkayê Donald Trump Peymana Serdemê-Plana Aştiyê ve li Rojhilatê Navîn asta şer di navbera komên filistînê yên çekdar li Xezayê û Israîlê de mezin bûne.(BI WÊNE )

JIN

- Mîrî Malkî bi nexşan parastina nasnameya Suryanî dike û bi dehan tabloyên nîşana mîrateya suryanî dikin, li mala xwe daliqandiye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Li Reqayê dest bi kar û xebata qonaxa duyemîn a avakirina dêra Şehîdan hate kirin. Dêr a Ermanên Katolîk e û li naverasta bajêr e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêveberiya Giştî ya Sotemenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarek da ku kert ji bo belavkirina sotemenî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxîne. Ji aliyê xwe ve hevserokê rêveberiyê sedemên ku hiştine beşa duyemîn a mazot dereng bimîne diyar kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Dêrikê gundê Xanika Meşkê yê koçeran, projeya xwedîkirina pez hat destpêkirin. Armanca projeye pêşxistina aboriya herêmê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA