Çeteyên Tirkiyê careke din derbazî Seraqêbê bûn

Komên çeteyan ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker carek din derbasî bajarokê Seraqêbê bûn. Li bajarok şer giran e.

Çeteyên Tirkiyê careke din derbazî Seraqêbê bûn
5 sibat, 2020   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên çeteyên girêdayî Tirkiyê piştî ku ji bajarokê vekişiyan, carek din derbasî bajarok bûn. Li gel wê jî şerên dijwarê di nav taxên rojava, başûr û rojhilatê bajarokê de rû didin.

Navendê teqez kir ku 8 leşkerên Sûriyê hatine kuştin di nav de fermandar jî hene.

Her wiha SOHR destnîşan kir ku hêzên artêşa Tirk a dagirker ji nuqteya çavdêriyê li bakurê Seraqêbê bi topan êrişî hêzên rejîma Sûriyê yên li aliyên rojhilat û bakur kirin. Di hewldanekê de ji bo ku pêşketina rejîmê ber bi rojava ve asteng bikin da ku hêzên Rejîmê bajarok dorpêç neke.

Hêzên rejîma Sûriyê vê êvarê piştî ku komên çete yên girêdayî Tirkiyê ji ber tirsa dorpêçê jê vekişiyan derbasî bajarokê Seraqêbê bû.

(şx)