‘Li gundê me 100 malbat hebûn, niha 3 malbat man’

Jina bi navê Z.E. binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Efrînê bi bîr dixe û dibêje "Bi hebûna dagirkerî û çeteyên wê re jiyan li Efrînê zehmet e."

‘Li gundê me 100 malbat hebûn, niha 3 malbat man’
5 sibat, 2020   09:39
ŞEHBA – MIZGÎN HEMO

Di 20‘ê Çileya 2018‘an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hemû çekên giran êrişî kantona Efrînê kir. Di encamê de zêdetirî 300 hezar sivîl koçber bûn.

Du sal di ser dagirkirina kantona Efrînê re derbas bûn. Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên îşkencekirin, revandin û qetilkirina sivîlan, ferzkirina fîdyeyê û bacan, dizî û talankirina milkan û guhertina demografyaya herêmê didomînin.

Jina bi navê Z.E. binpêkirinên ku hêzên dagirker li dijî sivîlan pêk tînin, parve dike.

Z.E. 21 salî ye, ji navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye. Z.E. ji ber êrişên hovane yên li ser navçeyê neçar ma di 15‘ê Çileyê de ji navçeyê derkeve û niha li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ye.

Z.E. bi du zarok û hevjînê xwe re li navçeyê dijiyan û ji ANHA‘yê re wiha dibêje: "Dagirkeriya Tirk armanc dike ku şêniyan ji herêmê derxe da ku dest deynin ser milkên wan. Gelekan kiryarên wan tehemul nekir, ji ber wê neçar man biçin kantona Şehbayê."

Z.E. anî ziman ku çeteyan bavê hevjînê wê bi hinceta ku mirovan ji herêmê derdixe girtin û got: "Apê min 10 rojan sebze ji gund derdixist sûkên Efrînê. Piştî lêpirsînê piştrast bû ku ne qaçaxçiyê derxistina mirovan e, tenê bazirganê sebzeyan e."

Piştî dagirkirina Efrînê bi 5 mehan hevjînê Z.E. ji tirsa ku were girtin û daxwaza fîdyeyê neçar ma ku derkeve derveyî welat.

EV DU SAL E EM GIRÊDAYÎ NE’

Z.E. bal kişand ser binpêkirinên dagirkeran li ser jinan û wiha domand: "Ev du sal e em di mal de asê ne, tenê ji bo rewşên awarte em derdikevin. Em neçar in cilên reş li xwe bikin û rûyê xwe bigirin ku ev ji çanda me ya efrîniyan e."

Z.E. got: "Gundê me berî were dagirkirin 100 malbat lê hebûn, lê piştî dagirkirin û koçberkirinê bûn 3 malbat ji niştecihên resen. Malbatên din ên li gund ên çeteyan e ku di malên me de hatin bicihkirin û milkên malbatên koçber bûne, desteser kirin."

Z.E. îşaret pê kir ku ji bilî binpêkirinan kel û pel buha ne, kehrebe û mazot û derfetên kar kêm in.

Z.E. axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji ber binpêkirin, ferzkirina qanûn û çandên biyanî jiyan li Efrînê zehmet e. Em nikarin li gel hebûna dagirkeran bijîn."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0PL__ymDoqY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>