Çarenûsa Idlibê… şerê di navbera Tirkiye û rejîmê de ber bi ku ve diçe?

Di demên dawîn de li Idlibê di navbera dewletên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê de nakokî zêde bûn û bi xwe re şer li herêmên bêçek gur kir. Çarenûsa wan herêman li gel gefên Tirkiyê ji bo destpêkirina şer û pêşketina Rûsyayê û rejîmê li ser erdê ne diyar e. Ev geşedan pirsên girêdayî çarenûsa Idlibê derdixe pêş.

Çarenûsa Idlibê… şerê di navbera Tirkiye û rejîmê de ber bi ku ve diçe?
5 sibat, 2020   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN-YIHYA EL-HEBÎB

Mîna her carê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefan dixwe lê vê carê li dijî Rûsya û rejîma Sûriyê ne. Erdogan gotina xwe ya daîmî dubare kir; "Em bê bertek namînin. Xetên me yên sor hene" û gelek gefên din dixwe.

Serokkomarê Tirkiyê di dirêjahiya salên aloziya Sûriyê de gelek gef dixwarin. Lê piştî lihevkirina wî bi Rûsya û Îranê re di civînên Astanayê de yên ku di Çileya 2017`an de dest pê kiribûn, Erdogan çete di bazarên xwe de bi Rûsyayê re bi kar anîn. Piştî gera çaran a van civînan rêzefîlma radestkirina herêman ji rejîmê re bi rêya lihevkirina `herêmên bêçek` dest pê kir.

Niha piştî ku Rûsya bi rêya van lihevkirinan bi ser ket û rûberên fireh ji Sûriyê kontrol kirin, Tirkiye li hember wê zeîf maye. Tirkiye hewl dide hegemonyaya xwe li Idlibê biparêze bi taybet rêyên navneteweyî yên M4 û M5 biparêze.

Rêya M4 ji sînorên Sûriyê-Iraqê li Til Koçerê dest pê dike û digihîje Lazîqiyê, piştre Helebê. Li wir rêya M5 şax dibe heya bigihîje Şamê.

Piştî wan geşedanan, pirseke girîng xwe dide pêş; şerê dawîn di navbera Tirkiye û rejîmê de ber bi ku ve diçe? Gelo Tirkiyê di gefên xwe de li dijî Rûsyayê cidî ye?

Lêkolînerê siyasî û rojnamevanê sûrî Malik El-Hafiz der barê mijarê de got: "Tevî bûyerên rû didin lê gurbûnek di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de ne pêkan e. Ji ber ku Tirkiyê her tim hewl da destkeftiyên xwe li Sûriyê bi nefeseke dirêj bi rêya siyasetên xwe pêk bîne. Ev tişt me di gelek mijaran de dît. Herî dawî di koordîneya bi Amerîka û Rûsyayê li rojhilatê Firatê de."

El-Hafiz got: "Tirkiyê baş dizane ku her gurkirinek berfireh wê zirarê bigihîne dosyayên hevpar bi Rûsyayê re. Ev jî wê pêşketina Tirkiyê di wan dosyayan de paş bixe. Li ser wê topavên Tirkiyê nuqteyên rejîmê bike hedef li beramberî ku operasyonên leşkerî li bakurê Sûriyê bi awayekî demkî rawestin."

El-Hafiz wiha domand: "Di heman demê de Moskov mîsoger dike nahêlibe karek mîna wê di hemleya leşkerî de dubare bibe. Bi texmîna min ev hemle eger bi awayekî demkî û beşî raweste jî lê li ser demek dirêj wê bidome. Heta ku her du aliyên Rûsya û Tirkiyê bigihîjin lihevkirinekê ku dihêle Rûsya rêya navneteweyî ya Şam-Helebê kontrol bike."

‘GOTINA TÊKILDARÎ BIDAWÎBÛNA ASTANAYÊ TÊ WATEYA KU XETEKE NÛ DÊ DEST PÊ BIKE’

Girêdayî çarenûsa Astana El-Hafiz got: "Bidawîbûna Astanayê nayê wateya ku nakokiyek di navbera Enqere û Moskovê de çêbûye. Lê berovajî wê bidawîbûna Astana ya ku serokkomarê Tirkiyê di çend rojên dawîn de behsa bidawîbûna wê kiribû, bi xwe daxuyaniyek gelek diyarker e ku Tirkiyê bi Rûsyayê li hev kiriye ku peymanên berê bi dawî bibin."

El-Hafiz wiha berdewam kir: "Ev tişt nayê wateyê ku nakok in. Lê belê ji bo pêşxistina têkiliyên xwe pêwîst in. Her wiha ji ber ku dosyayên hevpar mezin in, xetek nû û bi mekanîzmayek cuda pêwîst dike. Dibe ku xeta Astanayê pêş bikeve. Dibe ku li ser xetek nû were lihevkirin, lê dibe Îran tê de tune be û hinek dewletên nû hebin."

‘TIRKIYE NIKARE RÛSYAYÊ WINDA BIKE’

Girêdayî têkiliyên Tirkiyê yên nakok bi Rûsya û Amerîkayê re El-Hafiz got: "Xwezaya têkiliyên Rûsya û Tirkiyê hinekî aram in. Tirkiyê nikare Rûsya winda bike. Asta koordîneya di navbera wan de di vê pêvajoyê de pêwîst e. Ev koordîne hişt ku Tirkiyê rolek sereke ku ne layîqî li Sûriyê bilîze. Ji aliyê Rûsya ve lihevkirina wê bi Tirkiyê re nûnertiya NATO û Washington dike. Ev tişt rê li pêşiya Rûsya vedike ku herêmên dêtir li bakur û beriya wê herêmên din ji Sûriyê kontrol bike."

El-Hafiz di nav gotinên xwe de got: "Ev li ser asta Idlibê bû. Mijarek din heye girêdayî rojhilatê Firatê ye ku Moskova bi awayekî diyarker di rêya Tirkiyê re derbasî wê bû, Her wiha nexişandina nîşaneyên wê hîna bi dawî nebûne."

‘TIRKIYE XEYALAN DIFIROŞE GELÊ SÛRIYÊ’

Girêdayî operasyonên Idlibê El-Hafiz got: "Ez texmîn dikim ku bêdengiya Tirkiyê li hember topbarankirina Idlibê encama lihevkirina wê bi Rûsyayê re ye. Ev lihevkirin wê bi kontrolkirina Rûsyayê rêya navneteweyî Heleb-Şam di dema niha de bi awayekî dawî bidawî nabe. Yanî Rûsya û rejîma Sûriyê wê bajarên Seraqêb û Arîha kontrol bike. Lê mixabin Tirkiyê xeyalan difroşe gelê Sûriyê ev rewşa wê û daxuyaniyên rayedarên wê ji zêdetirî 8 salan ve ye. tevî wê dibe ku di demek nêz de hêzên rejîmê dora bajarê Helebê û balafirgeha navneteweyî kontrol bikin."

DOSYAYÊN GIRÊK DI NAVBERA RÛSYA Û AMERÎKAYÊ DE

Tevî nakokiya Rûsya û Tirkiyê, nîşaneyên nakokiyan di navbera Amerîka  û Rûsyayê de heye bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Girêdayî wê El-Hafiz got: "Bi giştî lihevkirinek Rûsî-Amerêkî girêdayî dosyaya Sûriyê di dema niha de tune ye. Her wiha nabe pêk were ji ber ku gelek dosyayên lihevxistî û berjewendiyên nakok hene. Çi li dijî rêxistinên terorîst li rojhilat û bakur. An jî nakokiya hegemoniyê li rojhilatê Firatê. Yan jî warên din mîna jinûveavakirinê, vegera penaberan, dosyayên aborî, petrol, enerjî û cezayên ku vê dawiyê di çarçoveya qanûna Qeyser de hatine ferzkirin."

ÇARENÛSA HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Bi her nakokiyek li ser qada Sûriyê re çavên hemûyan dizivirin herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Axaftin li ser encamên pêkan tên kirin. Girêdayî wê El-Hafiz got: "Zû ye mirov behsa lihevkirinekê girêdayî bakur û rojhilatê Sûriyê bike. Nakokiya hegemoniyê di navbera Moskov û Washingtonê de, li gel derbasbûna Rûsyayê ji wan herêman re li beramberî mayîn Amerîkayê, wê pêkanîna lihevkirinek domdar û dawî di navbera aliyên ku mudexele dikin de dereng bixe."

El-Hafiz got: "Pêşketin wê li gorî xet an jî nakokiyan werin guhertin. Gelek aliyên fitneker (Îran û DAIŞ), hêzên herêmî, erebî û navneteweyî bi kaxiza rojhilatê Firatê digirin."

El-Hafiz girêdayî axaftinên girêdayî ku Tirkiyê wê êriş bike, ev tişt diyar kir: "Bi texmîna ew çarçoveya îdiayan an jî heta texmînan derbas nake. Gurkirinek ji hêla Tirkiyê ve di dema niha de ji bo her du aliyan Rûsya û Amerîkayê nayê qebûlkirin. Eger em gurkirina Tirkiyê ya yekalî li ser asta rojhilatê Firatê bipîvin, ew tişt girêdayî hegemoniyan û hevsengiyan e. Ev jî di dema niha de nabe gur bibe tevî şerên ku Tirkiyê diafirîne.

Di dawiyê de lêkolînerê siyasî û rojnamevanê sûrî got: "Dibe ku Tirkiyê bi rêya wê gurbûnê bûyerên li bakur rû didin binixumîne. Her wiha bal ji lihevkirina Tirkiyê bi Rûsyayê re bikişîne aliyek din girêdayî `herêma bêçek` a çaremîn û Enqere qebûl kiriye wan lihevkirinên leşkerî pêk bîne heta ku li ser hesabê sivîlan be.

(şx)

ANHA