Meclisa Girê Spî alîkariya 70 hezar koçberan dike

Meclisa Kantona Girê Spî berpirsyariya tevahî koçberên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, rakiriye. Meclis karê xwe yê alîkariya koçberên ku hejmara wan 70 hezar derbas kiriye, li navçeya Eyn Îsayê pêk tîne.

Meclisa Girê Spî alîkariya 70 hezar koçberan dike
Meclisa Girê Spî alîkariya 70 hezar koçberan dike
5 sibat, 2020   08:30
EYN ÎSA

Ji destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî ve, Meclisa Kantona Girê Spî serjimariyek ji bo hejmara koçberan û cihê lê dimînin çêkir da ku alîkariyê pêşkêşî wan bike. 

Meclisa Kantona Girê Spî bi Meclisa Sivîl a Reqayê re ji bo avakirina kampekê li gundewarên bakurê Reqayê koordîne kir.

Li gorî serjimariya Meclisa Kantona Girê Spî ji bajarê Girê Spî û gundên wê, 70 hezar sivîl koçber bûne. Meclis kampê bi rê ve dibe û rewşa koçberan dişopîne. Di heman demê de bi aliyên têkildar û rêxistinên mirovî re koordîne dike da ku alîkariya koçberan bikin.

Di 22‘yê Mijdara 2019‘an de kampa koçberên Girê Spî ava kir. Di kampê de zêdetirî 250 malbat hene û hejmar her ku diçe zêde dibe, tê payîn ku di pêvajoya yekemîn de hezar malbatî bihewîne.

Meclisa Kantona Girê Spî ya dagirkirî niha bi 10 komîteyan dixebite; Kar û Barên Civakî, Şaredarî, Aborî, Jin, Perwerde, Tenduristî, Parastin, Ciwan, Çand û Huner û Edalet. Her wiha komîteya şopandina karê meclisê û koçberên derve û hundirê kampê hate avakirin.

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd girêdayî mijarê got: "Meclis di asteke bilind de karê xwe yê rojane didomîne. Ji karên ku meclis pêk tîne; çavdêriya firinan, belavkirina tov û sotemeniyê li cotkaran. Her wiha bi koordîneya Rêveberiya Xweser mazota sobeyan li koçberan bê pere belav kir, her malbatekê 200 lître wergirt."

Hemîd El-Ebd diyar kir ku meclis belavkirina fonên mehane li karmendên koçber bûne û rêveberiyên din ji bilî Reqayê, her wiha yên ku li ser karê xwe da ku malbatên xwe xwedî bikin, belav dike. Li gorî serjimariya Meclisa Kantona Girê Spî hejmara karmendên Girê Spî û gundewarên wê yên ku koçber bûne, 3 hezar û 200 e.

Piştî dagirkirina bajarê Girê Spî, Meclisa Kantona Girê Spî xebatên xwe li navçeya Eyn Îsayê didomîne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Q0UxFE1kPnQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>