‘Şerê li Idlibê bi lihevkirinên ku li Israîlê pêk hatine ve girêdayî ye’

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Vejîn a Sûriyê Mistefa Qelacî got: “Şerê li Idlibê rû dide bi lihevkirinek berê ku bi sponseriya Israîlê pêk hatiye ve girêdan. Li  gorî wê lihevkirinê nexşerêya kontrolkirina rêyên M4 û M5 ji nû ve hate xêzkirin.”

‘Şerê li Idlibê bi lihevkirinên ku li Israîlê pêk hatine ve girêdayî ye’
3 sibat, 2020   06:57
HELEB-SOLÎN REŞÎD –HENAN MIHEMED

Li gel berdewamkirina şer li parêzgeha Idlibê û rojavayê gundewarê parêzgeha Helebê analîzên girêdayî çaranûsa Idlibê zêde dibin.

‘ŞERÊ IDLIBÊ LI GORÎ LIHEVKIRINA RÛSYA Û TIRKIYÊ ÇÊDIBIN’

Qelacî di destpêkê de got: "Rewşa Idlibê li gorî lihevkirina dewletên dabînkerên çareseriya siyasî ya Astanayê (Tirkiye, Rûsya û Îranê ) pêş dikeve. Bûyerên li wir rû didin berê li ser hatiye lihevkirin. Şerê niha di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de li gorî nexşerêyên hatine xêzkirin rû dide. Mîna ku li taxên rojhilatê Helebê pêk hatiye, wê demê Erdogan ji çeteyên xwe xwest ji wir vekişin. Ev sînaryo wê li Idlibê dubare bibe. Ev tişt di daxuyaniya wezîrê devre yê Tirkiyê diyar bû. Wezîrê devre yê Tirkiyê nameyek da çeteyên xwe ku Tirkiyê tev li şerên wan li dijî artêşa Sûriyê nabin.”

Qelacî wiha domand:"Lihevkirinek rûsî-tirkî ji bo destpêkirina şer heye. Eger tune bûya wê demê me yê şerên ji vê dijwartir bidîtina. Heta çapemeniya Tirkiyê ya li cem komên çeteyan bû ber bi Tirkiyê ve vekişiya. Tirkiyê hinek dîmenên ku berê li herêmê hebûn bi vekişîna xwe radike. Mijara nuqteyan jî wê bidawî bibe. Di piratîkê de piştî ku artêşa Sûriyê gihaşt Meret El-Nûman  nuqteyên Tirkiyê li paş wê mane. Tenê maye Tirkiyê hêzên xwe ber bi axa Tirkiyê ve bikşîne. Piştî artêşa Sûriyê ew herêm rizgar kirin, rola wan nuqteyan li herêmê nema.”

‘KENDAV JI BO TIRKIYÊ JI SÛRIYÊ GIRINGTIR E’

Qelacî bal kişand ser pêşeroja herêmê ya plankirî û got: "Rizgarkirina wê herêmê ne tenê jib o gelê Sûriyê lê belê ji Tirkiyê re jî girîng e. Tirkiye dixwaze rêya Heleb-Hema-Hims-Şamê vebe. Ji ber ku ev rê girtî bimîne wê bi milyonan dolarên girêdayî pîşesazî û çandiniyê yên Tirkiyê  û bazirganiya wê ber bi dewletên kendavê re cemidî bimînin. Eger Tirkiyê bi rêya deryayê, Kanala El-Siwês, tengava Bab El-Mendeb û Hirmiz bazirganiyê bike wê sê caran bac bide. Tevî wê jê rê dûr dibe û dem pir dixwe. Lewra rizgarkirina herêmê ji bo Tirkiyê û dewletên kendavê ji gelê Sûriyê pirtir girîngtir e."  

Girêdayî çaranûsa çeteyên dewleta Tirkiyê Qelacî got: "Tirkiye wê hewl bide ji wan xilas bibe. Me dît ku Tirkiyê gelek komên çeteyan şandin Lîbyayê. Ji ber wê divê çete bikevin ferqê ku ji bo wan Şam ji sînorên Tirkiyê ku nêzî wê ne nêzîktir e."

‘BERJEWENDIYÊN TIRKIYÊ-RÛSYA JI BERJEWENDIYÊ TIRKIYÊ-RÛSYA LI SÛRIYÊ GIRÎNGTIR IN’

Têkildarî berjewendiyên Tirkiyê-Rûsya Qelacî got: "Rûya li Sûriyê têkiliyên xwe bi Tirkiyê re di ber çavan re derbas dike. Ew berjewendî bi têra xwe xurt in. Jê xeta Lehiya Şîn a ku ji Deryaya Qezwîn ber bi beravên Deryaya Spî ve dirêj dibin. Ew xet rûsî ye û Erdogan 112 milyar dolar ji Pûtîn ji bo wê biriye. Bi saya vê xetê jêderek din ji Tirkiyê re çêbû. Her wiha Rûsya li Tirkiyê stasyonek nuklerî ji ber derxistina kehreveyê ava kiriye. Ew stasyon rolek di kêmkirina lêçûnên hilberînê û mixzetên wê de li ser Tirkiyê dilîze."

Qelacî wiha berdewam kir: "Di 2021`an de peymana Lozanê bidawî dibe. Ev tê wateya ku tevahiya tengavên ku Tirkiyê çavdêriya wê dike vedigerin bin kontrola Tirkiyê jê Deryaya Reş a ku Rûsya wê kontrol dike. Eger Tirkiye tengava Bosfor kontrol nekir, derya ji bo wê ne girîng e. Ev mijar ji bo Rûsya ji Sûriyê girîngtir e."

‘XÊZKIRINA NEXŞERÊYÊN RÊYÊN NAVNETEWEYÎ M4-M5’

Qelacî di nav gotinên xwe de got: "Lihevkirina çêbûye (Xûta li beramberî Efrînê) projeya Astanayê bû. Ji bo ku çekdarên qebûl nekirin rewşên xwe bi dewleta Sûriyê re çareser bikin li Herêmên Bêçek bicih bikin. Parêzgeha Idlibê herêma dawî ya Herêmên Bêçek e. Ev mijar wê bidawî bibe. Ji ber ku dewletên mudexeleya Sûriyê kirine di 24`ê Hezîrana 2019`an de tev li civînek li Îsraîlê bûn û nexşerêyên nû ji herêmê re de nav de nexşerêya M4 û M5 ji nû ve xêz kirin. Tirkiyê tima dike her du rêyan kontrol bike. Di wê civînê de berpirsê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê û berpirsê ewlehiya neteweyî ya Rûsyayê tevî berpirsê ewlehiya neteweyî ya Israîlê beşdar bûn. Her wiha qadek di navbera Girê Spî û Serêkaniyê bi qasî erdnîgariya Lîwa Skenderon  dan Tirkiyê."

Qelacî di dawiyê de bang li gelê Sûriyê kir ku berjewendiyên niştîmanî di ser yên kesayetî re bigirin û tev li diyaloga sûrî-sûrî ya rastîn bibin. Her wiha dev ji tevahiya hevalbendên xwe yên ku mudexeleya Sûriyê dikin berdin.

(şx)

ANHA