‘Wê yekîtiya gelan dawî li dagirkeriya Tirk bîne’

Serokê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê yê şaxê Tebqayê Selam Hisên bal kişand ser yekîtiya gelê sûrî û got: “Wê yekîtiya gelan dawî li dagirkeriya Tirk bîne.”

‘Wê yekîtiya gelan dawî li dagirkeriya Tirk bîne’
3 sibat, 2020   06:40
TEBQA-XAZÎ MENSÛR-UDEY EHMED

Dewleta Tirk gelek bajarên Sûriyê û Iraqê dagirkirine û destwerdana welatên wekî Yunanistan û Lîbyayê dike. Li aliyê din jî komên tundrew li dijî Misrê gur dike.

Destwerdana dewleta Tirk aloziya herêmê kurtir dike, lewma hêzên siyasî û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi yekîtiya xwe tê dikoşin.

Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê yê şaxê Tebqayê Selam Hisên di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk beramberî gelên din xwe biçûk dibîne. Lewma bi îdaîyên cuda desetwerdana  karûbarên gelan dike, da ku hem ser asta herêmî û hem jî li ser asta navdewletî rewabûnê bidin destwerdana Tirkiyê.”

‘TIRKIYE RASETRAST ÇANDA GELAN DIKE ARMANC’

Hisên îşaret bi armancên dewleta Tirk kir û got: “Piştî dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin, bi armanca guhatina demografiya herêmê sivîlên herêmên koçber kirin.”

‘ÊDÎ BERJEWENDIYÊN TIRKIYÊ EŞKER DIBIN’

Hisên bal kişand ser berjewendiyên dewleta Tirk ên li bajarê Helebê û bajarên Kerkûkê û Muslê yên Iraqê û wiha pê de çû: “Devlet Bahçelî di hundirê parlementoya Tirkiyê amaje bi mafên Tirkiyê di Helebê, Kerkûk, Musilê de kir û got; ‘ev wekî wîlayetên Tirkiyê ne, naku berjewendiyên Tirkiyê di Sûriyê û Iraq de heye.’”

‘JI BER SIYASETÊN TIRKIYÊ DEWLETÊN DERDOR KRÎZAN DIJÎN’

Di milekî din de Hisên bal kişand ser destwerdanên Tirkiyê di Lîbyayê de kir û got: “Tirkiye piştgiriya komên Îxwanan dike. Ji ber Tirkiyê Lîbyayê wekî dewleteke Osmaniyan dibîne, lewma li ser hesabên gelê Lîbyayê dixwaze berjewendiyên xwe bi dest bixîne.Dewleta Tirk bi siyaseta xwe bingeha azara gelan e, isbata vê yekê jî kiryarên bi dewletên cîran ên wekî Yunan, Sûriyê, Qubrisê û hin dewletên din, dide meşandin.”

‘BI YEKÎTIYA GELAN DAWÎ LI BERJEWENDIYÊN ERDOGAN TÊ’

Hisên diyar kir ku bi yekîtiya pêkhateyên Sûriyê re dê dawî li dagirkeriya Tirk bê û got: “Lê heke yekîtî misoger nebe dê zêdetir dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir bike. Ji ber Tirkiyê nasnameya sûrî dike armanc. Planên Tirkiyê gefan li Rojhilata Navîn dixwe, ji ber  Tirkiyê dixwaze dewletên wekî Iraq, Lîbya, Sûriyê û Qubrisê bibin girêdayî wî. Ji ber vê yekê dewletên navborî azara planên Tirkiyê dikişînin, lewma lihevkirinên hundirîn girîng in. Li gel vê yekê lihevkirinên herêmî  ku êdî rastiya xeteriya Tirkiyê baş naskirine girîng in, mînaka van dewletên rastiyê Tirkiyê naskirine, Misr, Erebistana Siûdiyê û Îmarat e.”

Di dawiyê de Hisên piştrast kir ku Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê bi yekîtiyê re ye û dê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker bisekine. Hisên got: “Muhtemal e li dijî berjewendiyên Tirkiyê yekîtiyeke erebî çêbibe, çareseriyê ji pirsgirkê herêmê re bibînin, çareyekê bo doza kurdî bibînin û  Rojhilata Navîn li ser esasê demokratîbûnê ava bikin.”

(eh)

ANHA