Di topbarana rejîmê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn

​​​​​​​Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îro ragihand ku di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyê li ser Idlib a bakur rojavayê Sûriyê 4 leşkerên wê hatine kuştine û 9 jî birîndar bûne.

Di topbarana rejîmê de 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn
3 sibat, 2020   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezaretê wiha got:"Hêzên rejîmê tevî agahiyên wê li ser navendênê hêzên Tirkiyê hene lê wê topbaran pêk anî."

Li gorî wezaretê ku hêzên Tirkiyê bersiva topbaranê da û hindek navend li Idlibê rûxand.

Duh hêzên Tirkiyê sewqiyatên leşkerî ber bi gundewarên Idlib û Helebê ve sand. Her wiha balafirên Rûsya duh dema yek ji kawarê sewqiyatê di gundewarên Helebê re derbas dibû derdera wê topbaran kir.

(bx)