ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03 -02-2020
3 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyê şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dijwar oxir dikin, saet 14:00‘an.

-Şêniyên herêma Efrînê cenazeyê şehîd Namir Efrîn, Dilpak Efrîn û Bakur Efrînê yên di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê oxir dikin, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên bajarê Hesekê teqez kirin ku yekîtî tekane rêya sekinandina komkujiyên li dijî gelê Kurd e. Her wiha bang li partiyên “Encumena Niştîmanî ya Kurdî” kirin, da ku berjewendiyên gelê Kurd di ser berjewendiyên xwe yên partiyetî û kesayetî re bigirin û erkên xwe bîne cih. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Vejîn a Sûriyê Mistefa Qelacî got: “Şerê li Idlibê rû dide bi lihevkirinek berê ku bi sponseriya Israîlê pêk hatiye ve girêdan. Li  gorî wê lihevkirinê nexşerêya kontrolkirina rêyên M4 û M5 ji nû ve hate xêzkirin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûrî yê Tebqayê Selam Hisên bal kişand ser yekîtiya gelê sûrî û got: “Wê yekîtiya gelan dawî li dagirkeriya Tirk bîne.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Rêveberiya Xweser şaxê Ewropa Ehmed Şêxo got, Tirkiyê piştgiriya kesên tundrew dike, da ku projeyên xwe pêk bîne. Di milekî din de serdana Merkel ji Erdogan re kongreyê Berlîn ê têkildarî rewşa Lîbyayê paşguh kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aday Rabo destnîşan kir ku ruxmî êriş li ser rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê tên kirin jî, heya niha van hêzan bersiva êrişan nedaye ku ew hêz tenê wek şeklî li herêmê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star civîna xwe ya salane li bajarokê Rimêlan lidar dixe, saet 09:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Mîtan di roja xwe ya 9‘an de li ser dika Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê berdewam dike, saet 15:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Zeyneb Mihemed û Selam Îbo derhênerên şanoyê ne. Di 4‘emîn Mihrîcana Mîtan a Şano de ji aliyê gel ve hatin hezkirin. Zeyneb û Selam diyar kirin ku ev tecrûbe ji bo wan erekekî zehmet bû, lê bi hezkirin û alaqeya wan a bi vî karî hiştin ku biser bikevin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mudirê Muzexaneya Reqayê Mihemed Izo destnîşan kir ku pêwîste ji nû ve şûnwarên Reqayê werin restorekirin. Ew şûnwar bi tunebûnê re rû bi rû mane. Her wiha destnîşan kir ku Komîteya Şûwaran û Muzexaneyan a Reqayê nêz maye qonaxa duyemîn a restorekirina muzexaneya bajêr bidawî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên kantona Efrînê ya dagirkirî didomin. Ji ber van binpêkirinan bi hezaran şênî neçar man ku ber bi kantona Şehbayê ve koçber bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Egîd Seyîd û malbata xwe ji ber zilm û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ji Serêkaniyê koçber bûn. Seyîd got: “Armanca dewleta Tirk qirkirina gelên herêmê ye. Ji ber vê yekê em ê terka xaka xwe nekin û heta dawî liber xwe bidin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerdê ya navçeya Eyn Îsayê alîkariya kampa koçberên ji kantona Girê Spî ya dagikirî lê bi cih bûne kir. Lê ji ber nebûna kel û pelên dibistanan piraniya xwendekaran ji perwerdê qut bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA