Fermandarê Til Temirê: Rejîm û Rûsya bersiva êrişên dagirkeriyê nadin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aday Rabo destnîşan kir ku ruxmî êriş li ser rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê tên kirin jî, heya niha van hêzan bersiva êrişan nedaye ku ew hêz tenê wek şeklî li herêmê ne.

Fermandarê Til Temirê: Rejîm û Rûsya bersiva êrişên dagirkeriyê nadin
3 sibat, 2020   05:20
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve berdewam dikin. Ruxmî agirbest û lihevkirinên di navbera dewletan de heya niha li ser rûyê erdê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nehatine rawestandin. Bajarê Eyn Îsa, navçe û gundewarên Til Temirê û navçeya Zirgan û gundewarên wê, di bin xetereyeke mezin de ne. Ev bajar, navçe û gund rastî êrişên hovane tên. Êriş ji aliyê Hêzên Parastina Xabûr û Meclisa Leşkerî ya Suryanî ve tên şikandin.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Til Temir û gundewarên wê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aday Rabo ji ajansa me re axivî.

Fermandar Rabo diyar kir ku ev çend roj e êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên navçeya Til Temirê zêde bûne û got: “Hewldanên dagirkirina gundan hene lê ev hewldan rastî bersivdayîna me ya di çarçoveya parastina rewa de tên û di encamê de dişikên. Herî zêde navçeya Zirgan û gundewarên wê wekî Til Werid, Um Hermela, Ribêat, gundewarên Til Temirê wekî Um El-Kêf, Um El-Xêr, Dirdara, Til Kêfçî û Til Tawîl rastî êrişên hovane tên. Bi top û çekên giran êriş pêk tên ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker jî ser asîmanên navçeyê û gundewarên wê digerin.”

Rabo bal kişand ser êrişên li ser gundên stratejîk û got: “Êrişên wan herî zêde li ser gundê Dirdara ne. Armanca wan ew e ku gundê Dirdara ku dikeve navbera Til Temir û Zirganê, dagir bikin û wê rêya di navbera her dû navçeyan de qut bikin. Ji êrişên wan diyar e ku dixwazin navçeyê dagir bikin. Agirbest rojane eşkerê tê binpêkirin, hewl didin dagirkirinê berfireh bikin û em jî rê nadin.”

‘RÛSYA Û REJÎM TENÊ ŞEKLÎ DI HERÊMÊ DE NE’

Êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser noqteya leşkerên Rûsyayê li Mezraya Çêleka û gelek cihên rejîma Sûriyê jî çêdibin. Tekildarî êrişên li ser wan hêzan jî Rabo dibejê: “Ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi obusan noqteyên hêzên Rûsyayê û rejîma Sûriyê tên hedefgirtin û topbaran dikin. Lê ji aliyê wan hêzan ve heya niha tu bersiv ji êrişên dagirkeriyê re nayê dayîn. Ev hêz di navçeyê de tenê wek şeklî cih digirin.”

‘EM RÊ NADIN XEYALÊN NEVIYÊN OSMANIYAN’

Rabo destnîşan kir ku şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Xabûr xaka xwe diparêzin û got: “Erka me ye ku em axa xwe biparêzin. Neviyên Osmaniyan dixwazin tola xwe ji şêniyên Til Temirê hildin lê em jî wek şervanên gelê xwe rê nadin pêkanîna xeyalên dagirkeran. Wê Til Temir ji bo dagirkeran bibe goristan.”

ANHA