Cezaîr banga dûrxistina çeteyan ji Lîbyayê kir

Serokê Cezaîrê got, pêwîst tevahî çeteyên biyanî ji Lîbyayê werin dûrxistin û şandina çekan a ji bo dewletên cîranê re werin qedexekirin.

Cezaîr banga dûrxistina çeteyan ji Lîbyayê kir
2 sibat, 2020   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebûn li paytexta Cezaîrê bi hevpîşeyê xwe yê Tunisê Qeys Seyîd re hevdîtin pêk anî. Herdu aliyan gelek dosya, di serî de dosyaya Lîbyayê û pêşketinên di doza Filistîne de gotûbêj kirin.

Serokê Cezaîrê got, pêwîst tevahî çeteyên biyanî ji Lîbyayê werin dûrxistin û şandina çekan ji bo dewletên cîranê re werin qedexekirin.

Şandina Tirkiyê ya çeteyên sûrî ber bi Lîbyayê ve, da ku li Terablusê piştgiriya milîsên hikumeta Fayîz El-Serac bike, hişt dewletên cîran bi fikar bin.

(eh