Partiya Kesk a Kurdistanê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûr kir

Şandeyek ji Partiya Kesk a Kurdistanê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê kir.

Partiya Kesk a Kurdistanê serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûr kir
2 sibat, 2020   15:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande ji serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê, cîgira wî Reşa Ebas û endama partiyê Fatima Ehmed pêk dihat li buroya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê ya li bajarê Silêmanî ji aliyê Silava Silêman, Fethullah Huseyîn û Cemîl Rehmanî ve hat pêşwawzîkirin.

Herdu aliyan geşedanên siyasî li Rojavayê Kurdistanê - Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin û îşaret bi girîngiya yekrêziya refa kurdî.

ANHA