​​​​​​​Êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Mexmûrê têk çû, 2 çete hatin kuştin

Hêzên Parastina Cewherî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişa çeteyên DAIŞ‘ê ya li ser wargehê şikandin. Di bersivdayînê de 2 çete hatin kuşutin.

​​​​​​​Êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Mexmûrê têk çû, 2 çete hatin kuştin
2 sibat, 2020   15:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê ji aliyê başûrê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ve komek çeteyên DAIŞ’ê êrişî wargehê kirin. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva êrişa çeteyan da. Di encama bersîvdana hêzên Parastina Cewherî de du çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Piştî saetên nîvro komek çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê başûrê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ve êrişê ser kampê kirin. Di navbera koma çete û Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê de pevçûnek dijwar derket.

Şerê ku bi qasî saetek berdewam kir de, du çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Her wiha di dema pevçûnê de şivanek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyan niha rewş li wargehê aram e.