​​​​​​​Viyan Soran li Lubnanê hat bibîranîn

Kongreya Star têkoşer Viyan Soran di salvegera şehadeta wê ya 14`an de li Beyrûtê bibîr anî.

​​​​​​​Viyan Soran li Lubnanê hat bibîranîn
​​​​​​​Viyan Soran li Lubnanê hat bibîranîn
2 sibat, 2020   14:50
BEYRÛT

Bi dehan endamên Kongreya Star tevî kurdistaniyên Lubnanê li avahiya Komeleya Newroz a Çanda Civakî kom bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin endama Kongreya Star Cîhan Mihemed Ibrahîm axivî û têkoşer Viyan Soran û tevahiya şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibîr anîn.

Cîhan wiha domand: "Dîroka gelê Kurd tijî fedekarî ne. Têkoşer Viyan bi çalakiya xwe asta têkoşînê û daxwaza  mafên gelê Kurd mezin kir."

Piştre seroka Komeleya Newroz a Çanda Civakî Henen Osman nameya şehîd Viyan Soran xwend. Henen bibîr xist ku Viyan nûnertiya rastiya jinê kir a ku zulm red dike û li dijî binpêkirinên li dijî gelê Kurdî serî hil dide.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iUeUniir0_0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>