Çeteyan welatiyê revandî piştî dayîna fîdyeye kuşt

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker şêniyê bi navê Seîd Reşîd beriya çend mehan revandibû. Şêniyên gundê Mîrkana yê navçeya Mabeta cenazeye wî di nava darên li gund de dît.

Çeteyan welatiyê revandî piştî dayîna fîdyeye kuşt
2 sibat, 2020   09:34
EFRÎN

Şêniyên gundê Mîrkana (Husê) yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê, îro cenazeyê Seîd Reşîd di nava darên di navbera gundên Mîrkana û Kaxirê de dît.

Seîd Reşîd ji gundê Etmana yê girêdayî navçeya Raco ye. Nîşaneyên îşkenceyê li ser cenazeye wî hatin dîtin. Reşîd ji hêla çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ve beriya 4 mehan hatibû revandin. Çeteyan şantaj li zarokên wî kir ku 20 milyon lîreyên Sûriyê wek fîdye bidin û piştî wergirtina pereyan, çeteyan ew kuşt.

(fr)

ANHA