Li Kobanê rêjeya xwekuştinê kêm bûye

​​​​​​​Li Kobanê li gorî salên berê rêjeya xwekuştinê kêm bûye. Wek sedemên wê jî hemleyên zanistî, ked û xebata saziyên jinan tên nîşandan.

Li Kobanê rêjeya xwekuştinê kêm bûye
Li Kobanê rêjeya xwekuştinê kêm bûye
Li Kobanê rêjeya xwekuştinê kêm bûye
Li Kobanê rêjeya xwekuştinê kêm bûye
Li Kobanê rêjeya xwekuştinê kêm bûye
2 sibat, 2020   09:11
KOBANÊ – HÊZA HESEN

Di sala 2018`an de li gorî daneyên Desteya Jinan a Herêma Firatê, li kantona Kobanê herî kêm 14 kesan xwe kuşt û piraniya wan jî ciwan bûn.

Sedemên xwekuştinê ev in; zextên psîkolojîk, şerê li herêmê, pirsgirêkên malbatî, civakî û kêmbûna asta zanebûnê.

Li gorî salên berê rêjeya xwekuştinê li kantonê kêm bûye. Di sala 2019`an de 3 hewldanên xwekuştinê çêbûn, li beramberî wê jî saziyên jinan xebatên zanista psîkolojîk, hemleyên zanistî, perwerdeyên çawaniya çareserkirina pirsgirêkên psîkolojîk û civakî.

Ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Kobanê Felek Yûsif di vê derbarê de wiha anî ziman: "Şerê heyî li herêmê bandoreke neyînî çêdike."

Ji bo li beramberî xwekuştinê were sekinandin Kongreya Star dewreyên perwerdeyê vekirin, semîner dan, civîn ji şêniyan re li dar xistin, her wiha dewreyên perwerdeyê ji bo jin û mêran li Akademiya Şehîd Şîlan a Kobanê vekirin.

Di semîner, civîn û perwerdeyan de dersên uslûb, xîtab, zanista psîkolojîk, çawaniya dan û standina bi malbat û kesan re, çand û exlaq, rastiya jinan di dîrokê de, bandora zîhniyeta desthilatdar li ser jihevxistina civakê û parçekinê, hatin dayîn.

Seroka Desteya Jinan a Herêma Firatê Feryaz Birkul jî destnîşan kir ku pirsgirêkên ku rastî jinan tên, hewl didin çareser bikin û îşaret bi keda mezin a saziyên jinan ên li kantona Kobanê kir ku hişt rêjeya xwekuştinê bi awayekî zêde kêm bibe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GB24pkTWejI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>