Karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk derbasî Idlibê bû

Dewleta Tirk a dagirker hebûna xwe ya leşkerî li derdora Idlibê zêde kir, her wiha karwanekî leşkerî yê mezin ku ji 40 erebeyên leşkerî pêk tê, di dergeha Kefer Losîn a bakurê Idlibê re derbasî xaka Sûriyê kir.

Karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk derbasî Idlibê bû
2 sibat, 2020   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku vê sibehê karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk a dagirker di dergeha Kefer Losîn a bakurê Idlibê re derbasî xaka Sûriyê bû.

Karwan ji nêzî 40 alavên leşkerî ji tank, erebeyên veguhastina leşkeran, alavên leşkerî û lojîstîk pêk tê. Karwan ber bi başûr ve çû û heta vê kêliyê tu agahiyên hedefa wan bi dest neketin.

Dewleta Tirk a dagirker duh, alavên lojîstîk û leşkerî ji tank, erebeyên leşkerî û nêzî 20 leşkeran di têketina gundê Keferemîm re derbasî bajarokê Seraqib kir. Bi wê re jî nuqteyeke leşkerî ya nû li ser rêya Kefiremîm ku bi rêya Ebû Dihor-Seraqib tê nasîn, ava kir. Her wiha hêzên dewleta Tirk bi avakirina nuqteya dawîn re li 3 cihên li derdora Seraqib ji aliyên bakur, başûr û rojhilat ve, bi cih bûn.

Li herêmên qaşo bêçek şerekî dijwar rû dide. Her wiha hêzên rejîmê li bejahiyên Idlibê piştî serweriya li ser bajarê Meret El-Nûman bi pêş ve diçin û li aliyekî din jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrişî hêzên rejîmê li bejahiyên Helebê dikin.

Ev pêşketin, piştî gefên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li dijî Rûsyayê ku “tu tişt bi navê peymanên Soçî û Astanayê nemane” pêk hatin.

(fr)